Polîtîk

Endamên Nifşa Nû pêkve dest ji kar vedikêşin

Hejmarek ji serkirde û berpirsên Nifşa Nû ya li devera Behdînan ji Nifşa Nû dest ji kar vedikêşin û ragihandin li êdî ew bi alîgir û kadirê wê partiya Şahsiwar nizanin.

Hejmarek ji serkirde û kadirên bilindên Partiya Nifşa Nû ya li devera parêzgeha Dihokê dest li kar vekişana xwe ya ji Partiya Nifşa Nû ragihandin.

Her wiha behsa ewe jî kirine ku niha biryarê dane li nava rêzên PDK berdewamiyê bi xebata xwe bidin û êdî ne amadene dem û temenê xwe ji bo berjewendiya kesekê bazirgan bi vala derbas bikin.

Sedema dest ji kar vekişana wan kesan di demek daye Serokê wê partiyê çendîn doz û keys li ser heye ku wekî dosyeya tomarkirin û belavkirina vîdeoya rût û tazî ya endaman û xwarina pereyê welatiyan ya bi navê proje û qazancê.

Back to top button