Ciwaneke Zaxoyî hunera xwe li Almanya pêşkêş kir

Ciwaneke bajarê Zaxo yê bi navê Remezan Reşîd Koçer ku niha Almanya dijî, destekê xwe yê bihêz li hunera dartaşî û çêkirina dekor û nexş û wêneyan li ser daran de heye. Xelkê Almanya navûdengekê peyda kiriye û zêdetirê şeş cureyên hunera xwe ya li ser dartaşiyê pêşkêşî Almaniyan kiriye.
Remezan Reşîd daye zanîn her çende li Kurdistanê jî karê hunerê dartaşî û çêkirina nexş û wêneyan li ser daran di serê min da hebû, lê belê bi awayeke giştî piştî ku li sala 2015 çûme Almanya bi rengeke berfireh û zanistiyane çume di nava hunerê dartaşiyê da.
Her wiha Remezan Reşîd dibêje: “Karê min yê serekî di jiyanê da dartaşiye, li welatê Almanya gelek girîngiya xwe heye ji ber ku dar keresteyekê paqij û xweşik û balkêşe û bi hêsanî li gel da guhertin têne kirin. Li nava mal û cihên giştî û dekoran jî gelek xweşik û bi tendirûste”