Civak

Endamê konseya serokatiya KCKê di encama êrîşekî de hate kuştin

Li gora medya Tirkiye Diyar Garip Muhammed (Diyar Ghareeb Mohammed) endamê konseya revebiriya KCKê di encama operasyonekî de jiyana xwe ji dest daye. Li gora dezgehên ewlehiya Tirkiye radigihînin , Diyar di encama êrîşek ezmani de jiyana xwe ji dest daye.
Diyar sala 1973ê li Silêmaniyê ji dayik bûye û sala 1992 tevlî PKKê bûye.Diyar endamê konseya serokatiyê bû.
Konseya Rêveber a KCKê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di 5ê Tîrmehê de hêzên ewlehî yên Tirkiyê li herêma Qendilê li dijî wan operasyonekî asmanî pêk anîne.

Di daxuyaniya KCKê de hatiye diyarkirin ku ligel Endamê Konseya Rêvebir a KCKê Diyar Xerîb Mihemed di heman demê de herdu gerîlayên wan ên bi navên Devran û Şahîn têne naskirin jî canê xwe ji dest dane.

Li gor daxuyaniya KCKê kuştina hersê kesên navborî bi tesadufî nebûye û KCKê dibêje “sîxurên ku di vê êrişê de rola wan hebûye” zû yan deren dê her bêne cezakirin û “dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê ligel hevkar û sîxurên xwe ev êrişa plankirî” pêk anîne.

Di daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê de wiha hatiye gotin: “Di êrîşa 5ê Tîrmehê de ya li Qendîlê endamê me yê Konseya Serokatiya Giştî hevalê Helmet (Diyar Xerîb) tevî hevalên Devran û Şahîn (Abdulkadîr Aslan) ên pê re şehîd bûn. Em şehîdên xwe bi rêz û minet bi bîr tînin. Ji bo bîranîna wan dê têkoşîn bê geşkirin, Kurdistana azad û Rojhilata Navîn a demokratîk bên afirandin. Sîxurên di vê êrîşê de rola wan hebûn zû yan jî dereng dê bên cezakirin.”

KCKê da zanîn ku Diyar Xerîb ev 25 salan di nav refên de ne.

 

Back to top button