
Serdozgerê Komarê yê Enqereyê yê berê û endamê Dadgeha Bilind Yuksel Kocaman , îdia dike ku, li himber wezîrê navxwe yê berê Suleyman Soylu operasyonek heye.
Ayhan Bora ku bi îdiaya serokê rêxistinek ka wek mafyayê ye hate girtin. Diêjin ku, Bora vîlayek û otomobilek biha wek diyarî daye Yuksel Kocaman.
Kocaman ji Halk TV’ê Seyhan Avşar re axivî û diyar kir ku wî Ayhan Bora tenê carekê li xwaringehekê nas kiriye. Kocaman da zanîn ku binçavkirina Kaplan li dijî Suleyman Soylu operasyonek e.
Piştî hilbijartinên Tirkiye, Tayib Erdogan û AK Parti serket, lê vê carê Soylu nebû wezîr. Gelek aliyan ev yek wek ku, Erdogan dixwaze ji Soylu xilas bibe nirxand. Niha jî li gelek deveran li dijê hinek rêxistin û gurubên mafyayî ku Soylu ew diparastan operasyon têne kirin.
Soylu li himber van bûyeran heta vê gavê bê deng e.