Cîhan

Encûmena Asayîşê di derbarê Îranê de dicive

Ji bo nirxandina dirêjkirina dema dorpêçên çekan li ser Îranê, Encûmena Asayîş dicive û biryare Balyozê Amerîka li civînê de reşnivîsa proje biryarek ji bo dirêjkirina dorpêçê pêşkêşî Encûmenê bike.

Encûmena Asayîşa ser bi Neteweyên Yekgirtî roja çarşem 24.06.2020 li ser pirsa dirêjkirina dema dorpêçên li ser Îranê dicive ku li gor biryara Encûmen li meha cotmeha îsal dema dorpêça çekan li ser Îranê ji aliyê Neteweyên Yekgirtî ve bi dawî dibe.

Amerîka li dijî hilgirtina dorpêça çekane li ser Îranê û biryare li civînek da proje biryarek ji bo dirêjkirina dema dorpêçê pêşkêşî encûmenê bike û daxwazê ji welatan kiriye li pejirandina wê projeyê de piştevaniyê lê bikin.

Back to top button