Civak

Veroj dest ji karê rêveberîya IBV ya Diyarbekir berda!

Nivîskar û lêkolîner Seid Veroj berpirsiya Weqfa Îsmail Beşîkçî li Diyarbekirê dikira. Veroj bi daxûyaniyekî ragihand ku wî ji dev kare rêveberiya Weqfa Îsmail Beçîkçî berdaye. Lê Veroj sedemên ku ji dev kare rêveberiyî berdayî eşkere nekiriye. Tê zanîn ku Seid Veroj kesayetek ke ku xizmetek mezin ji bo zimanê û çanda Kurdî kiriye û herweha di aliye siyasî de xwedîyê sekneke netewî û Kurdistaniye. Ji bo vê yeke gelek sedem hene ku Veroj ji dev ji kare xwe berdaye.

Daxûyaniya Seîd Veroj eve:

Agadarî ji bo heval û dostên hêja:

Ji meha Hezîrana sala 2018an vir ve, digel komek hevalan, me ji bo mudetê du salan berpirsyarîya nûnerîya rêvebirîya IBV ya Diyarbekirê hildabû ser milê xwe. Di nav van 2 salan de, me bi beşdarbûn û piştgirîya we jî, ji bo pêşxistina fikra neteweyî û kultura kurdan gelek çalakî lidarxistin. Ji eleqa û pistgirîya we, em gelek memnûn bûn û ji bo we berêzan pirr sipas dikin. Ji Hezîrana 2020an vir ve, me dest ji karê rêveberîya IBV ya Diyarbekir berdaye. Ji bo hevalên nû serkevtinê dixwazin.

S. Veroj

Back to top button