Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê:Teroristekî mezin ê DAIŞê hate girtin

Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê bi daxûyaniyekî de, girtina teroristekî bi navê Suqrat Xelîl Îsmaîl ku wekî Ebdula Eltefxîx tê naskirin ragihand. Ev terorist sala 2013ê tekil DAIŞê bûye.
Li dû wê ragehandinê, wî teroristê mezin li pişka bombekirinê kar kiriye û rolekê mezin di dagirkirina bajarê Mûsilê de li Hezîrana sala 2014ê ji aliyê DAIŞê ve hebû.
Wî teroristî di nav wê rêkzxistinê de çend pileyên emîrî hebûn û heta sala 2017ê li Mûsilê bû, tevlî tevaya şerên DAIŞê yên ji bo bergirîkirina ji Mûsilê bûye, paştir çûye Sûriyeyê û ji aliyê Hacî Ebdula (Ebu Îbrahîm Elhaşimî Elqureyşî, Xelîfeyê berê yê DAIŞê) çend erkên ewlehiyê pê re hatine spartin.
Encûmena Asayîşê got, “Ev terorist li sala 2018ê bi fermana Xelîfeyê DAIŞê bi pasporta fermî û bi navê Emar Hazim Mihemed ku navekî sexte bû vegeriyaye Mûsilê û li wê derê pênc milyon dolarên DAIŞê ji Medîne Qedîme ya wî bajarî derxistine û gehandine destê serkirdetiya DAIŞê.
Herwesa behsa wê yekê jî kir ku, Suqrat piştî kirina çend kiryarên teroristî çû Tirkiyeyê û ji bo dema 5 salan li wê derê jiya, paşî biryar da bê Bakurê Herêma Kurdistanê. Dema ew bi nasname û pasportên sexte hat Herêma Kurdistanê, ji aliyê Asayîşa Herêma Kurdistanê ve hat girtin.


