Civak

Encamnameya foruma ekolojiyê

                                                              

Ji niştecîhên Rojhilata navîn û dinyê re,

Em wek kes, civak û saziyên ku li hember sîstema neo-lîberal ya îktîdaran dihewîne ya ku însan jî di nav de gefan li hemû hebûnên candar û necandar û têkiliyên navbera wan dixwe, di 29 û 30-yê Kanûna paşîna 2010-ê de, ji bo Foruma ekolojîyê li hev civiyan.

Di encama foruma ku ji 17 rûniştin, 3 atolye û 4 fîliman pêk dihat de, “Asambleya tevgerên Ekolojîk” civiya û gihîşt wê encamê ku divê tevnên têkiliyên yekgirtî yên ku jiyan û dinyê didin ber pirsan bên xurt kirin.

Di encama Forumê de, em bangî gelên Rojhilata Navîn û Dinyê dikin:

 
•    Ji bo qedexekirina tepînk û çekên kîmyevî yên ku texrîbeteke mezin didin ekosîstemê, divê berxwedaneke civakî bê rêxistin kirin. Ji bo eraziyên bi mayîn yên li ser sînorên Tirkiyê bên paqij kirin û dewrî gundiyên li herêmê bên kirin û wan veguherînin ser qadên çandiniya xwezayî, divê em di ber xwe bidin.
•    Divê em ji mala xwe dest pê bikin û ji berên bi GDO re bibêjin na. Divê em li hember berên bi GDO derkevin û em wek destpêk, cîps, mamayên zarokan û tekstîla erzan nestînin. Berdewamiya serfkirina berên bi GDO, tê wê wateyê ku wê di demeke gelek nêz de, bîoçeşîdî li ser yekê bisekine. Ji bo parastina bîoçeşîdiya xwezayî, kêmkirina bikaranîna berên bi GDO û ji bo tunekirina girêdana wê ya bi kapîtalîzmê re, divê bankeyên tovan(gen) pêk werin.
•    Di encama buhabûna xurekan, ketina qelîteya beran û bi tevahî ji ber ku şertên jiyanê dijwar dibin, bi taybetî komên kêmqezenc yên ku ji gundewaran koçberî bajaran bûne jî di nav de, ji bo însan him di malên xwe de him jî di taxên xwe de bikaribin hilberîna xurekên ku hewcedariya wan pê heye bikin, teknîkan bi pêş bixin. Di vê çarçoveyê de, divê însan di taxên xwe de cîyên bêkêr veguherînin ser baxçeyên sebzeyan û dîsa em pêşniyar dikin ku hemû bi hev re tevlî xebatên hilberînê bibin.
•    Teknolojîya îroyîn bi temamî bi mantiqeke kapîtalîst dibêje: “Yan mezin be, yan jî bimire.” Ji bo însan û xweza bi hev re di nav aşitiyê de bijîn, divê projeyên ku bi xwezayê re li hev dikin di jiyanê de bi cî werin.
Ji bo belavbûna bikaranîna çavkanîyên enerjiya tê nûkirin, divê xebatên ku balê dikişînin ser vê meselê zêde bibin, ji bo avakirina bajarên berdewamî, divê tevna topografîk rast were nirxandin û divê sêwirandina avahiyan li gorî daneyên îklîmê bên kirin. Divê em bi vî awayî

•    bikaranîna enerjîyê kêmtir bikin. Di roja me de serfkirina çavkaniyên xwezayê û enerjiyê her diçe zêde dibin, ji bo bi rêk û pêk bi kar anîna teknolojiya ragihandinê, divê bi awayekî baş civak were hişyar kirin. Divê em rojxaneya li Diyarbekirê hatiye avakirin wek mînak bigrin ber çav û perwerdeya enerjî ekolojiyê ya ji bo her beşên civakê û bi taybetî jî ji bo zarokan tê meşandin, divê em mijarên din yên ekolojiyê jî lê zêde bikin û ev xebat werin destek kirin, geş kirin û belav kirin.  
•    Divê kedxwariya li ser çavkaniyên binerdê û ser erdê yê Rojhilata Navîn werin sekinadin. Divê em li hember hemû peyman, şer û pevçûnên ku van çavkaniyan dikin meta derkevin.
•    Bi avakirina bendav û HES-ên li Mezopotamya, Ege û Derya Reş, cûdatiya gelan bi avê dihelînin û gelan asîmîle dikin, avê dikin metayeke bazirganiyê û dixwazin ji bo armancên polîtîk avê bi kar bînin. Bendavên hatine çêkirin, di asta sosyo ekonomîka herêmê de tu guhertin çênekirine. Bendavên li herêmê hatine avakirin û bi sedan bendavên ku difikirin wan ava bikin, bûne sebebên pêlên koçberiyê û di navbera qadên bajar û gundewar de astengiyan derxistine holê, xwezayê û ekosîstemê taxrîb kirine, xweza, dîrok û mîrata çandê tune dikin. Pirraniya enerjiya ku ji bendavan bi dest dixin li derveyî herêmê bi kar tînin û mantiqa kolonyalîst her tim li piya dihêlin.  
•    Av hebûn e, bereket e, ji bo însan û hemû jîndaran çavkaniya jiyanê ye. Ji ber siruştiya wê, di ku derê re derbas bibe divê  bikaranîna wê hevpar be, divê di bikaranîna wê de edelet û wekhevî hebe. Zêdebûna nufûsê, nebaş birêvebiriya çavkaniyên avê, qilêrbûna avê, guhertina îklîmê, qîmet û nirxa ava ku ji bo hemû jîndaran wek çavkaniya jiyanê ye her diçe zêdetir dike, îcar kî xwediyê avê be, di destê wan de dibe wek alaveke desthilatdariya li ser siyaset, ekonomî û çandê. 
Li Rojhilata Navîn yên ku herî zêde pirsgirêka avê dikişînin fîlîstînî ne, ew fîlîstîniyên ku di bin desthilatdariya Îsraîlê de dijîn. Ji bo gihîştina avê pêşî li ber vî gelî digrin û dixwazin derfetên wan ên jiyanê ji holê rakin. Ji ber wargehên neqanûnî yên li ser erdên Fîlîstînê,  Gelê fîlîstînê ji bo hewcedariya ava xwe bibersivîne, mecbûr dimîne ku tekoşînê bide. Îsraîl, li ser erdên Fîlîstînê pratîkên kolonyalîzma nû di ser avê û bikaranîna avê re pêk tîne. Divê Îsraîl dev ji dagirkeriya Fîlîstînê berde, dev ji taxrîbata ekolojîk berde û dev ji desthilatdariya ser çavkaniyên avên Fîlîstînê berde. Ji bo gelê Fîlîstînê bigihîjin avê, divê hemû astengiyên qanûnî û fiîlî ji pêşiya wan bên rakirin. Ji ber ku kontrola ava fîlîstînê di destê wan de ye, divê Îsraîl vêya wek polîtîkayeke cezakirin û tehdîtê bi kar neyne. Û divê tavilê dev ji bombekirina bîrên

•    avê, van çalakiyên şîdetê berde.
•    Hatiye diyarkirin ji ber ku Rojhilata Navîn bi tevahî wek kolonî hatiye dagirkirin, divê bi prensîbên demokrasiya rasterast civak ji nû ve bikaribin jiyanên xwe yên kolektîf biafirînin û ji bo stendina van biryaran jî hewcedariya me bi pispor, nûner û burokratan tune ye. 

•    Kapîtalîst modernîte jinê ji xwezayê diqetîne û ramanên dewlet û îktîdaran diparêzin empoze dikin, divê ev bên deşîfre kirin. Divê bê zanîn ku mafên jinê û xwezayê hene û ev di makezagonan de wek heq bên destnîşan kirin.
•    Li Tirkiyê ji beşên ku di bin kedxwariya herî dijwar de dijîn yek jê jî karkerên demsalî ne, şertên xebat û jiyana wan, di salên 1990-î de ji ber sedemên polîtîkayên globalîzma neolîberal û bêmulkbûna ku di encama koçberiya mecbûrî ya Kurdan de pêk hatibû ( ev wek bêkarî û xizaniyê jî xwe dide der) her çûye giran bûne. Tirk, Kurd, Gurcî û wd.. ji bo karkerên çandiniyê yên ji her neteweyî.. Di bingeha bikaranîna polîtîkayên heqdayinê yên adîl de, divê polîtîkayeke çandiniyê, xebatê û jiyanê ya bitenduristî pêk were. Divê sîstema navbendkariyê ku nîşaneyeke bingehîn ya Kapîtalîzmê ye ji holê bê rakirin û ji bo pêşî li bêrêxistbûnê û belavbûna ku sîstemê afirandibû bê girtin, divê komeleyên karkerên demsalî û kooperatîf werin avakirin.
•    Mîlîtarîzm û şîdet, ji ber hemû şêweyên têkiliyên wan yên li ser ekosîstemê divê bê red kirin.  Şîdeta nav malbatê, şîdeta ekonomîk, şîdeta li hember xwezayê û yên din divê werin çareser kirin..
•    Ziman, ji ber ku alaveke ragihandinê ye, fenomenek e organîk e.. Çawa ku di însanan de wisa ye , ji bo hemû jîndaran zimanê ragihandinê heye. Ziman û xweza ji hevdu naqetin û divê meriv li hember hemû astengiyên dikevin navbera wan tekoşînê bide.

Dengê hevpar me zêde dike, em zêde bin jiyan zêde dibe!
Însanê azad, civaka azad, xwezaya azad!

Amed
1-ê Sibata 2011
Foruma  Civakî  Mezopotamya

Back to top button