Polîtîk

Destaya kurd serdana parlemena Swed kir

 

 Rojo 3/3-2011 an Komîteya Hevkarî ya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî û Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, li avahiya parlamena Swêdê serdana rêzdar Lars Ohly serokê Partiya Çep (Vänster partiet) kirin.

Lejneya serdanê ji xanim Şermîn Bozarslan seroka FKKSê û kek Selam Cizîrî pêkhatibû . Li ser navê hêzên siyasî Şefîk Kaya berpirsê Komîteya Hevkarî, Serdar Amîn, Mewlûd  û kek Îsa Feîlî beşdar bûn.

Di hevdîtinê de, li ser rewşa dawîn li Başûrê Kurdistanê agehdarî hat dayin, dîtin û helwesta desteya kurd hat diyarkirin. Hemû endamên desteya kurd piştgiriya xwe ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo Parlamen û Serokayetiya Herêma Kuridstanê teze kirin û diyarkirin ku ev desteftiyên li Başûrê Kurdistanê yên tevahiya gelê kurd in û netewî ne. Di heman kat de, hat diyarkirin ku herdu rêxistin Federasyona Komeleyên Kurdistanê û Komîteya Hevkarî ya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî ku nûnerayetiya partiyên siyasî yên ji herçar beşên Kurdistanê dike, mafê bîrûraya azad diparêzin, piştgiriya hemû daxwazên xelkê sîvîl yên di nav çarçoveya yasayî de dikin û herweha mafê xwepêşandana yasayî û daxwazên heq yên gel mafekî rewa dibînin.

Hat diyarkirin ku daxwazên gel yên rewa, mafê muxalefetê û mafê xwepêşandanê ji hêla dewletên derdorê û alîgirên wan ve, bi şêweyek ne yasayî û êrîşker û li diî berjewendiyên netewî dihên bikaranîn. Di heman demê de êrîşên erebên şovenîst yên ser Kerkûkê, ji bo ku kurdan ji Kerkûkê koçeber bikin û êrîşên erebên şovenîst li ser deverên din, hewildanên têkbirina aramî û aştiya Kurdistanê mebesta wan eşkere dike.

Di dawiyê de hat hêvîkirin ku gelê kurd bi yekdestî û yekdengî li hemû destkeftiyên xwe yên netewî xwedî derkeve û parêzerê welatê xwe be.

Federasyona Komeleyên Kurdistanê
Komîteya Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî li Swêdê

Back to top button