Polîtîk

Talebanî piştgirî da pêşniyara Barzanî

 

 Serokomarê Iraqê Celal Talebanî ragihand ku ew piştgirî dide pêşniyara Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya bo pêkanîna hilbijartina pêşwext ya li Herêma Kurdistanê.

Jalal Talabani and Massoud BarzaniSerokomarê Iraqê Celal Talebanî û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî duhî bi armanca pêşhateyên dawîn yên li Iraq û Herêma Kurdistanê li havîngeha Pîrmamê li hev civiyan.

Piştî civînê Talebanî di daxuyaniyeke rojnamgeriyê de da zanîn ku ew piştgirî li pêşniyara Serok Barzanî ya bo pêkanîna hilbijartina pêşwext ya li Herêma Kurdistanê dike.   
       
Barzanî jî amaje bi wê çendê kir ku di civînê de li ser pirsên heyî boçûnên herduyan jî wek yek bûn.

Barzanî pêr mesajek aresteyê xelkê Kurdistanê kir û tê de daxwaza ji parlamento û hikûmeta herêmê kir ku zûtirê hilbijartina civatên parêzgehan pêk bînin û her ji niha ve amadekarî jê re bikin û her weha daxwaz ji parlamentoyê kir ku digel aliyên têkildar meseleya pêkanîna hilbijartina giştî ya pêşwext nîqaş bike daku millet raya xwe û hukmê xwe bide.

Piştî mesaja Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Berhem Salih pêşwazî li mesaja Barzanî kir ku tê de amaje bi pêkanîna hilbijartina pêşwext ya li Herêma Kurdistanê kir.

Salih di daxuyaniyekê de ji AKnewsê re got, “Mesaja Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî çareseriyeke girîng e ji bo rewşa dawîn çimkî me di vî welatî de pêvajoyeke demokratîk heye û merciyê me xelk e.”

 

(AKnews)

Back to top button