Encama serkeftina Kurdistanê li beranber Korona (Amarên dawî)
Li Herêma Kurdistan bi awayeke giştî 337 tûşbûyê virusa Korona tenê 41 tûşbû li nexweşxaneyên Hewlêr, Silêmanî û Helebçeyê da mane.
Li gor amarên Wezareta Tendirustiya Kurdistanê li 01.03.2020 heta 19.04.2020 bi giştî 337 kes tûşî virusa Korona bûn, ji wê hejmarê tenê çar kes canê xwe ji destdane û 292 tûşbû jî başbûne û vegeriyane nav malbatên xwe û tenê 41 tûşbû li nexweşxaneyan da li bin çavdêriyê da mane.
Eger rêjeya sedî werbigrîn wê demê % 87 ê tûşbûyên Korona li Herêma Kurdistanê da başbûne û % 1 canê xwe ji destdane û tenê li % 12 ê tûşbûyan li nexweşxaneyan da mane. Her wiha li % 52 ê tûşbûyan Korona ji regezê mê û ji % 49 jî regezên nêrin.
Her li gor amarên Wezareta Tendirustiya Kurdistanê pênç roje (Wate ji 16.04.2020) ve heta niha hîç haletekî tûşbûna Korona nehatine tomarkirin.
Ji wan 41 tûşbûyê virusa Korona ku li nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê da mane 29 kes ji wan li Hewlêr, pênç kes ji wan li Silêmanî û heft kes jî li Helebçene, li 19ê nîsanê jî hemû 15 tûşbûyê parêzgeha Dihokê başbûne û vegeriyane nav malbatên xwe.
Amarê tûşbûyên Korona li Herêma Kurdistanê heta 21.04.2020 bi vî awayî ye:
Başûrê Kurdistanê bi giştî
Tûşbûyî: 337 kes
Başbûyî: 292 kes
Can ji destdan: 4 kes
Tûşbûyên Korona li gor parêzgehan:
Hewlêr
Tûşbûyî: 169 kes
Başbûyî: 140 kes
Can ji destdan: 0
Ewên li nexweşxaneyê mane: 29 kes
Silêmanî
Tûşbûyî: 131 kes
Başbûyî: 122 kes
Can ji destdan: 4 kes
Ewên ji nexweşxaneyê mane: 5 kes
Dihok
Tûşbûyî: 15 kes
Başbûyî: 15 kes
Can ji destdan: 0
Ewên ji nexweşxaneyê mane: 0
Helebçe
Tûşbûyî: 22 kes
Başbûyî: 15 kes
Can ji destdan: 0
Ewên ji nexweşxaneyê mane: 7 kes
Rewşa cîranên Kurdistanê
Iraq
Tûşbûyî: 1.574 kes
Başbûyî: 1.043 kes
Can ji destdan: 82 kes
Tirkiye
Tûşbûyî: 95.591 kes
Başbûyî: 14.918 kes
Can ji destdan: 2.259 kes
Îran
Tûşbûyî: 84.802 kes
Başbûyî: 60.965 kes
Can ji destdan: 5.297 kes
Têbînî: Ew kesên ku li Kurdistanê tûşbûyîn, zêdetirê wan bi awayeke qaçaxî ji Îranê hatibûn Kurdistanê. Her wiha çûna beşek Pêşmergeyên Kurdistanê ya Zîna Wertê jî ji bo vê armancê bû ku rê nedin kesek bi qaçaxî derbasî Kurdistanê bibe.