Polîtîk

Iraq bi nefta Kurdistanê bû dewlet

Nivîskar Zikrî Musa li ser rûpela xwe ya facebook nivîsiye: Iraq bi nefta Kurdistanê bû dewlet. Sed sal nefta Kerkûkê bir û şerê Kurd û cîranên xwe bi pereyê wê neftê kir. Firoke û çekên kîmyayî li dijî Kurdistanê bikaranî û mîlletê Kurd jenosayd kir. Dîsa jî li ser dû sed û pencih hezar bermîlan, şovenî bi niyetin Kurdistanê siza bidin…

Her wiha nivîskar Zikrî Musa nivîsiye: Niha dema wê yekê ye gelê Kurdistan bi gotarekî niştimanî ya giştgîr daxwaza qerebûya tawanên jenosayda gelê Kurdistanê ji dewleta Iraqê bike. Dewleta Iraqê trîlyonan dolar qerzdarê Kurdistanê ye. Ewe hîç ku neft û samanên me birin, belku me jenosayd jî kirin.

Her wiha dawiyê de dibêje: Tîmên me yên danustandinê divê herdem wan tawanan li bîra wan bînin.

Back to top button