Encama rapirsînê balkêş e..!

Li gorî rapirsîna ku ji hêla ASAL Research ve li 26 parêzgehan hatiye kirin, ji sedî 31.4ê raya giştî bawer nake ku ti partiyek siyasî bikaribe pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bike.
“Rapirsîna Rojeva Siyasî ya Tirkiyeyê” ya ASAL Research and Consulting, ku di Tîrmeha 2025an de hatiye kirin, bi awayekî berbiçav asta baweriya hilbijêran bi siyasetmedaran eşkere kir. Ji sedî 31.4ê beşdaran diyar kirin ku ew bawer nakin ku ti partîyên siyasî yên heyî bikaribin pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bikin.

Li gorî encamên rapirsînê, AK Partî ji bo pirsa “Kîjan partîya siyasî dikare pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bike?” bi ji sedî 23 piştgirîya herî zêde wergirt. CHP, di rêza duyemîn de, bi ji sedî 17.6 bal kişand. Piştî van her du partiyan Partiya DEM bi ji sedî 5.4, MHP bi ji sedî 4 û Partiya İYİ bi ji sedî 2 derketin pêş.
Rapirsîn, di navbera 7-13ê Tîrmeha 2025an de, bi 1985 kesan re li 26 parêzgehan, bi nimûneyek temsîlî ya hilbijêrên 18 salî û jor ve hat kirin. Rapirsîn bi karanîna rêbaza CATI (Hevpeyvîna Telefonê ya Bi Alîkariya Komputerê) hat kirin. Encam bi asta baweriyê ya ji sedî 95 hatin nirxandin.


