Cîhan

Encama hilbijartina Îsrailê

Li Îsraîlê dengdana ji bo Hilbijartina Giştî bi dawî bû û sê milyon îsraîlî çûn ser sindoqan, li bajarê Qudsê jî gelek Erebên ku hemwelatiyên Îsraîlê ne beşdarî dengdanê bûn.

Li hemû herêmên ku sindoqên hilbijartinê lê bûn, hatin radan. Piştre jimartina dengan dest pê kir. Li gor ragîhandinê, Hevgirtina Netenyaho li pêş e û televizyonên Îsraîlê xasma jî Kanal 1, Kanal 2 û Kanal 10, encama nefermî ya hilbijartinê eşkere kirin.

Serokwezîr Binyamin Netanyahu li Qudsê encama hilbijartinê dişopand.

Li gor ragîhandina televizyonan, jimara kursiyên partiyan weha ye:

 Partiya Qedîme: 28

Partiya Likudê:  27

Partiya Karkeran: 13

Partiya Şasê: 11

Partiya Hevkar a Tewradê: 5

Partiya Hevkariya Netewî: 4

Partiya Hadaşê: 3

Partiya Hevkar a Erebî: 4

Partiya Mala Cihuyan: 3

Partiya Meretzê: 3

Partiya Baladê: 3

 

Îşev tê payîn ku encama fermî ya hilbijartinê bête eşkerekirin.

 

Rojeva Kurd/Telavîv

A. Behram Badik

 

Back to top button