Emerîqa li xwe mikur hat, "îstixbarata Roboskiyê me daye"

Rojnameya Emerîqayê a ku herî zêde xwedî xwendevan e, Wall Street Journal, komkujiya Roboskiyê ji xwe re kire mijar û cihekî fireh da bûyerê. Bi vê nûçeyê eşkere bû ku îstixbarata di derbarê karwana qaçaxçiyan de Emerîqayê daye Tirkiyê lê bi karbidestên Tirk re diyar nekirine ku ew dîmenên wesaîtên bê pîlot yên hewayî sivîl in an gerîlayên şervan in. Heta gorî nivîsa rojnameyê, karbidestên Emerîqayê hemkarên xwe yên Tirk hişyar kirine ku dîmenên predatora baş venêrînin, ancax wê wextê karibin kişf bikin ka ew sivîl in an gerîlayên şervan in.
Dîsa di nivîsê de tê diyar kirin ku, ji bo karbidestên Emerîqî yên di îstixbarata nav herdu welatan de dixebitin, daxwazên Tirkan prosedureke standard e. Karbidestekî Emerîqî ku peywira wî di asta jor de ye, dibêje pirr caran em dikevina nav fikarên ku hemkarên me yên Tirk dema hedefan ji xwe re hildibijêrin. Roja bombebarandina gundiyan jî, wana xwastiye ku careke din dîmenan venêrînin, ji bo nasnameya karwanê kişf bibe, lê aliyê Tirk bi vê nekirine, berê wesaîtên bêpîlot yên hewayî zivirandine der û deverên din û ji personelên Emerîqî xwastine ku dîmenên deverên din bikişînin.
Rojname çavkaniyên xwe dispêre karbidestên Emerîqî û Pentagonê. Diyar dike ku, “ew operasyona Tirkiyê kiriye, Emerîqayê îstixbarat daye.”