Bizîşk û şoreşgerê Kurd Dr Hiseyn Kîkî koça dawî kir

 

Bizîşk û Şoreşgerê Kurd Dr Hiseyn Kîkî li nexweşxaneyeke bajarê Berlîna Almanya koça dawî kir.

Dr Hiseyn Kîkî ev mehek bû ji bo çareseriya nexweşiya xwe li bajarê Berlînê tedawiyê didît.

Ji bo serxweşî û taziyeyê li mala nivîskarê Kurd xwedê jêrazî Selah Sadallah roja (17.06.2012 demjimêr 17:00 – 20:00 ) taziye berdewam dibe…

Navnîşan:

Mala nivîskarê Kurd xwedê jêrazî Selah Sadallah

Coterêya(Cotsaydiya) Ankawa 

Beranberî Otel Ankawa Palas

Ankawa – Hewlêr

Kurdistan

 

Eve jî hevpeyvînek li gel Dr Hiseyn Kîkî ku li roja 17.03.2008 hatibû encamdan.

 

manset1_547215705.jpg

Bizişk û Şoreşgereke Kurd Dr Hiseyn Kîkî

Di dema kû Serokê Netewiyê Kurd Nemir Mistefa Barzanî li Sowyetê bû çendîn xwendekarên Kurdên Sowyetê seredana wî kirin û jê daxwazkirin kû ew jî dixwazin tevlî Pêşmergeyên qehreman bibin û li gel wan dijî dagirkerên Kurdistanê şer bikin. Lê Serokê Netewiyê Kurd Nemir Mistefa Barzanî got: `Kesê kû destê wî çek bigre gelekin, lê ji bo welat û gelê me xwendekar û pîsporên gelek beşên cuda cuda pêwîstin ji bo vê yekê divê hûn xwendina xwe bi serkeftî biqedînin. `…

Dr_Hiseyn_kiki2_858888732.jpgYek ji wan kesên kû li vê bîr û baweriyê de ye Dr Hiseyn Kîkî ye. Ew ji salên 50 an hê li Şamê xwendekar tevlî bayê şoreşa Kurd û Kurdistanê bûye û xwestiye kû li beşa bizîşkî de serkeftinek bi dest bixe. Her wiha ji bo vê serkeftinê û zanyariyan jî bi dest bixe, ji welatê xwe bi hezaran km dûr hem têkoşîna bidestxistina zanyariyên karê xwe daye û heman demî de ew bi hestên niştimanperwerî û eşqa welat kû buye sî û li hemû deverî ketiye peywî, li her nefesekî de, li gel welatê xwe jiyaye û di demên tengî û zehmetiyan de dîsa karê xwe daniye aliyek û ji bo xizmeta welat û gelê xwe rabuye piya. Her wiha piştî çendîn salên zehmetiyên li welatên xeribî û biyaniyê careke din vegeriya ya welatê xwe.

Erê niha ew vegeriyaye, lê belê êdî ew ne wekî xortekî xwendekare. Ew wekî bizişkekî navsal, li beşa xwe de û li cîhanê de bi awayeke gelekî serkeftî vegeriya welat û dixwaze li avadankirina Kurdistanê de ew jî xizmeta welat û gelê xwe bike…

Erê emê niha dest bi çîroka xwendekareke Kurdê niştimanperwer, şoreşger û her wiha bizişkekî li beşa xwe de serkeftî bikin.

Dr_Hiseyn_Kiki3_908111274.jpgDr Hiseyn Kîkî kiye?

Ew li Dimeşqê taxa Kurda li sala 1938 an hatiye dine. Xwendina xwe ya seretayî, navendî, duwayî navêndî li Şamê qedandiye. Paşê li Zanîngeha Dimeşqê beşa ziman û wêjeya Ingilîzî xwendiye. Li sala 1964 çuye Elmanya û li Elmanya Bekalaryos wergirtiye û paşê 7 sal beşa bizişkî xwendiye. Pênc salan li nexweşxaneya Berlîna rojava û Elmanya pisporî xwendiye. Li wir demek dirêj emeliyatan kiriye û li sala 1984 an de dest bi bizişkiya Çînî û bizişkiya bi derzî an jî Akupunktur kiriye. Di dema kû li Suriye  bekaloriya xwe wergirtibu û çar sal jî edebê Ingilîzî xwendibu lê berî kû biqedîne ji ber karûbarên şoreşgerî mecbur maye terka Suriyê bike û çû Elmanya.

Dr_Hiseyn_kiki4_506589333.jpgDr Hiseyn Kikî di derbarê hoya terkkirina Suriyê de wiha dibêje Dema ku min li banka navendiya Şamê kar dikir Sînemxan Celadet Bedirxan wek seredanî hatibu Şamê û dixwest perê Surî biguherîne perê Êraqê. Ji ber kû asayişa Surî telefona wî guhdardikirin. Ji dayika wî Rewşen Bedirxan re digotin tu ji bo şoreş pere dicivînî û yekî bi tereye dixwest pere biguherine dive tu navê wî bidîme. Gotin Sînemxan em icaze nadin te heya tu navê wî kesî bidî me. Sînemxan gotibû navê wî nayê bîramin. Roja din ez çum cem wî got îcaze nadin min heya ku ez navê te bidim. Ez çum min Pasaporta xwe çêkir û min dev ji karê xwe berda û 09.01.1964 an de ez ji şamê derketim û çûme Berlîn.

Her wiha Dr Hiseyn piştî kû diçe Elmanya, ji ber kû bawernameya wî ya xwendina bilind qebul nakin ew carekedin mecbur dimîne û xwendina xwe ya bilind (Bekalorya)ya Elmanî werdigre. Ew dîsa pêşî diçe beşa ziman dixwîne rojê 5 demjimêr û bi şev jî 5 demjimêr dixwîne û paşê jî bawernameya xwe werdigre kû li Elmanya beşa bizişkî bixwîne. Her wiha beşa bizişkî jî bi serkeftî diqedîne.

Dr_hiseyn_Kiki5_537396037.jpgDr Hiseyn Kîkî di derbarê bizişkiya derziyê de wiha dibêje: Bizişkiya derziyê de hemû tişt bi êşe, yê pişt, çok, ishal û kesên ku dixwazin dest bi cixare berdin an jî kesên qelew kû dixwazin weznê xwe kêm bikin û her wiha carna jî kesên nexweşiya şekir li gel wan heye bi derziyên Çînî em dikarin hinek wan tiştan cihnişan bikin. Ji ber ku nexweşiya şekir bi tenê carekî naçe. Karê wan bi giştî hessasiyete her wiha ji bo iltihabatan bizişkiya Çînî dikare bête bikaranîn. Berî her tiştî ji bo ser êşê, Mîgren û van hemu nexweşiyan ev bizişkiya Çînî dikare bête bikaranîn.

Ji Şamê heya Ewrupa her xebat…

Dr Hiseyn Kîkî di dema kû li Şamê xwendekar bû ew û li gel hevalên xwe bi armanca alikarî kirina Kurdên kû ji rojavayê Kurdistanê bajarên wekî Efrîn, Qamişlo, Çiyayê Kurmanca û Kubanê komeleya xwendekaran li salên 1957 an de bi navê Komeleya Xwendekarên Kurdên Rojava li Şamê komeleya xwe dadimezrênin.

Dr Hiseyn li bîranînên xwe de lêgerînek dike û ew wiha behsa wan rojan dike:  Li salên 55 û 54 an de û 57 a li Şamê me Komeleya Xwendekarên Kurdên Rojava damezrand û piştî çend salan ji wan hevalan gelek hatin Ewrupa û gelek ji wan jî vegeriyan Kurdistanê xwedê lê xweş be Dr Emîr Cemşîd Bedirxan, Dr Mihemed Salih Cuma Dr Emer Şêxmus û gelek hevalên me yên din kû li Ewrupa mane li gel vê komeleya me bûn.

Salên 92 an de dîsa vedigere welat

Dr Hiseyn Kîkî li Ewrupa jî dev ji kar û barên niştimanperwerî bernade û piştî damezrandina komeleyeka din li Ewrupa û her wiha raperîna başûrê Kurdistanê ew ji bo xebat dîsa vedigere Kurdistanê. Kîkî wiha didomîne: Li Ewrupa jî me Komeleyên Kurdên Ewrupa damezrand û her wiha ez li serokatiya komeleya xwendekarên Kurd li Berlîn bûm. 1991 dema Seddamê dîktator şerê Kurda kir li televizyonan de dema me dît bandoreke mezin li ser me kir û li ser vê yekê me li Elmanya komeleyeke din damezrand Krista û Guber, û Yasîr Elereşî kû ji Kurdê Şamê ye ew jî li gel me bû. Li ser navê komelê me gelek cilûberg û derman berhevkir û me şand Kurdistanê. Paşê me li Barzan Gund avakir me motora avê ji wan re anî, me pez ji wanre anî û me ji xelkê deverê re medreseyek avakir û li sala 1992 an de min demekî li nexweşxaneya Diyana kar kir ez û li gel doktoreke Kurdên rojavayî û Krîsta Alf ku Elmane ligel me bûn û her wiha du Nujdarên Elmanî kû xelkê Berlîn bun wan jî li gel me kar dikir. Li sala 1993 an de ez dîsa li gel televizyona Elmanî ya Dortmund hatim Kurdistanê û em hemû Kurdistanê geriyan li wî demî em li Selahaddîn diman. Kak Felakeddîn Kakayî jî li gel me bû û ewî organizasyona me çêdikir. Birastî gelek alikariya me kirin û em wî demî hemû Kurdistanê geriyan. Em çun cihên enfalan û me makineyên cil dirutinê anîn li wir belavkirin. Paşê ew filma dokumentiya kû me amadekirî li Elmanyayê li hemû televizyonên Elmanî de me belavkirin kû her kes ji rewşa Kurd û başûrê Kurdistanê agahdar bibe.

Ji bo alikariya Kurdan li Elmanya pere berhevdikin

Li Elmanyayê bajarê ku Dr Hiseyn Kîkî dijî her sal festîwalek tê çêkirin li wan festiwalan de ew li gel hinek hevalên xwe yên komeleyê ji bo alikarîkirina başûrê Kurdistan pere berhev dikin. Kîkî di derbarê vê yekê de wiha dibêje: Li festîwalên li Elmanya de li ser navê Meclisa Aştî (Friedens Plenum) ku me avakiribû, li ser navê meclîsê me pere berhev dikir û wan pereyan Krista Alf bi xwe wan pereyan dianî Kurdistanê li gelê Kurd belavdikir û carna jî teslîmî Hikumeta Kurdistana Hewlêr dikir. Cara herî dawî jî ji bo gundê Barzan 10.000 Mark pere teslîmî wezîr kir kû gundên Barzan zûtir xelas bikin.Wan jî me dişand Kurdistanê û ji bo avadankirina Kurdistanê me alîkarî dikir. Dema kû picek rewşa başûr baş bû êdî me alikariyên xwe dişand ji bo Kurdên Şamê. Alîkariyên me piranî Derman û pere bûn. Eve 16 sala ew festiwal heta niha jî li Elmanya dimîne û didome. Li demên festîwalê de her rojname dû rupel cîh vediqetîne rewşa Kurdan.

Dîsa vedigere welat û êdî bicîh dibe, lê burokrasî …

Dr Hiseyn Kîkî li salên 2000 û heta 2005 an wek sekreterê komeleya bizişkan û 2005 heta 2006 an jî wek Serokê Komeleya Bizişkên Elmanya jî kar dike. Li sala 2006 an de ew dîsa vedigere Kurdistanê û dûbare li hemû Kurdistanê digere. Biryar dide êdî li Kurdistanê bicîh bibe. Kîkî di derbarê bicîhbuna Kurdistanê de wiha dibêje: Li sala 2006 an de dema ez hatim min serokwezîr kak Neçîrvan dît û hemû endamên mekteba sîyasî. Ji xwe kak Neçîrvan ji berê de me nas dikir û wan daxwazkirin kû ez vegerim Kurdistanê. Piştî ku ez dîsa vegeriyam Elmanya li gel kak Dr Deştî Dizayî û Dr Dexîl, em axaftin û min xwest êdî ez vegerim. Ji xwe wan jî got serçavan hun kengê bixwazin werin pêwîstî tiştek nabê tenê bawernameyên xwe li gel xwe bînin û werin. Piştî ku ez hatim Kurdistan birastî ez gelek ecêb mam. Gotin 14 demjimêran de emê karûbarê we bicîhbikin. Ez çum wezareta tenduristî 14 roj bawername li cem xwe hiştin û piştî 14 rojan li wezaretê gotin me ji bîr kiriye kû em forma serîlêdanê bidîn we. Min forma serîlêdanê tijekir û dîsa min da wan. Sê çar meh tu xeber ji wan nehat paşê Dr Deştî Dizayî ji min re got karê te temam bu, here wezaretê bawernameya xwe bistîne. Ez çum wezaretê gotin raste lê hê wezîr îmza nekiriye. Dîsa sê car meh derbasbun û digotin wezîr hê îmza nekiriye. Piştî wê yekê jî gotin divê em imtihanek çêbikin. Min got eve 35 sale min xwendina xwe ya bizişkî temam kiriye. Gotin başe nexwe ne imtihan em semînerek cêbikin. Kaxizek dane min ji bo kuliyeya bizîşkî û ji wir jî şandin Zankoya bizîşkî. Ji bo ez semîner çêbikim min muîdek stand. Piştî sê demjimêran gotin me wergervaneke Elmanî peyda nekir ji bo wê yekê em nikarin semîner çêbikin. Piştî sê rojan min muideke din wergirt û ez çum min li zanîngeha bizişkê semînerek da. Lijneyê de yên amadebun nehiştin ez semîner temam bikim û paşê pirsyar bikin. Dawiyê semînerê de gotin başe emê kaxiza we bişînin wezareta xwendina bilind piştî wî ez çum cem wan û gotin bawernameya te nayê qebulkirin. Min jî bawernameya xwe hemû wergirt û min got spas dikim. Piştî wê yekê min rewşa xwe ji Dr Deştî Dizayî re got paşê ji bo Bizişkiya Çînî min serî li sendiqaya bizişkan da kû ez bi awayeke taybetî kar bikim.

Peywendî li navbera bizişkên Kurd û Elman

Kîkî dixwaze li ser navê Komelaya Bizişkên Elman ku berê wî serokatiya wî dikir û li ser navê komeleyê bizişkên Kurdistanê û Nujdarên Kurdistanê bişînin Elmanya ji bo perwerdebun û haydarbuna bizişkiya Elmanî û her wiha başbuna danustandin peywendiyên bizişkên Kurd û Elman projeyeka xwe heye. Her wiha bi vê projeyê dixwaze li Hewlêrê jî navendeke Komeleya Bizişkên Elmanî vekin ku bikaribin vê projeyê pêkbînin. Dr Hiseyn Kîkî dibêje : Ji bo vê bernameyê min proje pêşkêşî Hikûmeta Herêma Kurdistan kiriye û hêvîdarim ev proje rojek zu de pêk were û em jî hewl bidin ku ev proje cîhbicîh bibe.

Yekemcar li Kurdistan bizişkekî Tibba Çînî

Her wiha Dr Hiseyn di dawiya hevpeyvîna me de di derbarê tib û bizişkiya Çînî de wiha dibêje: Ev beşa tibbê eve yekem care li Kurdistanê heye. Min li sala 1984 an de dest bi bizişkiya Çînî kir. Wî demî dema min destpêkirî li Elmanya jî gelekî kêm bû. Min li Nemsayê li cem profesoran destpêkir li cem prof Pişko dû sê hefte li wir min destpêkir û paşê vegeriyam Elmanya. Paşê êdî li Elmanya destpêkirin xwendingeh vekirin Li Dortmundê pêşî profesorek Çînî hate destpêkir min bi xwe jî li cem wî 350 demjimêr bizişkiya Çînî û zanyariya derziyê xwend. Ew xul bi taybet ji bo derçûyên jinan bu. Dema ez Kurdistan bicîhbûm, pêşî min li nava Hewlêrê nivîsîngeh vekiribû eve 5 mehe ez hatime Eynkawa û xizmeta gelê Kurdistanê dikim.

 

Mîrhac MISTEFA – Rojnameya Xebat (17.03.2008)

 

 

 

Nerîna min :