Berpirsek yê Ak Partiyê yê bajarê Şirnex bû armanca êrîşek çêkdarî. Îşev berpirsê Ak Partiyê yê bajarê Şirnex Ali Kilinc li ber derê mala xwe bû armanca êrîşek çekdarî û birîndar bû. Kilinc rakirin nexweşxanê lê xilas nebû û jiyana xwe ji dest da.
HêJja nayê zanîn ku Ali Kilinc ji aliyê kî ve hatiye kuştin. Kesên êrîş kirîn di cihde xwe dan aliyekî û ji holê winda bûn. Tê gotin kesên êrîş kirin du kes bûn û rûyê wan pêşayî bû.
Ji bo zanebûna sedema kuştina Kilinç polis lêpirsînêkî berfirek destpêkiriye.