Polîtîk

Emê pişgiriya vê pêvajoyê bikin

Di derbarê pêvajoya hevtînan li gel Ocalan û hewldanên sekinandina şer de,Partiya Komariya Gel (CHP) jî helwesta xwe eşkere kir.

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di daxuyaniyek ya xwe de got ku, em jî dixwazin xwîna dirêje bisekine. Bila vêca dawiya vî şerî werê. Herweha Kiliçdaroglu got ku, ji bo vê yekê û ev gava ku hukumet tavêje emê pişgiriyê lê bikin.

Ji bo serkeftina vê pêvajoyê Kiliçdaroglu got: Hinek tişt hene ku pêwîste bê kirin. Yekem divê hukumet di vê gava xwe dedurist û samimî be. Duyem, divê tu ajndayê hukumetê yên veşartî tunebin. Sêyem tişta ku hun nikaribin ji miletre eşkere bikin nekin. Çarem jî di welatek ku demokrasî lê hebê divê hemî gavên ku hukumet bavêje berfirehî agahdariyê bide opozisyonê jî.

Kiliçdaroglu berdewam bûna axavtina xwe de got: Em wek CHP gelek bi zîzî nêzikî vê pirsê dibin. Em aşitiyê dixwazin. Ak Partiyê gelek çewtiyên mezin kirine, lê ji bo vê pirsê heta dawiyê em deriyek nû ji wan re vedikin.

Back to top button