Polîtîk

Emê pirsa kurd çareser bikin

 

Cîgirê serokê giştî yê AK Partiyê Numan Kurtulmuş, gotiye: ”Çi dibe bila bibe, em ê pirsgirêka Kurd çareser bikin û em ê Tirkiyeyeka wisan ava bikin ku hemû hemwelatîyên wê bibin mîna hevûdu.” û weha domandiye:

”Li Tirkiyeya ku em dibêjin kevn, gelek karên qirêj, zengarî û veşartî hebûn, li paş dimîne.”

Numan Kurtulmuş dîsa li axaftina xwe domand û got: ”Em mecbûr in ku Tirkiyeyeka nû ava bikin. Ew Tirkiyeya kevn ji daxwaz û vîna xelkê pir dûr bû. Tirkiye di sala pêşiya me de dikeve hilbijartinê. Hemwelatî dê serokên bajaran, parleman û serokkomar hilbijêrin. Ew hilbijartin dê riya 30 salên li pêşiya me vekin. Bi hemû cûre şerê li dij terorê, herweha ew menzereya Xabûrê, piştre jî hevdîtina Osloyê ku eşkere bûn, bivir li pêvajoyê hate xistin. Ya herî dawîn jî ku parleman di rê de bi terorîstan re hemaxûş bûn, dîsa pêvajo berhewa çû.”

Bêguman heta niha gelek lîderan peyvîne wisa kirine. De ka em ê jî li benda Tirkiyeya nû bin….

 

Rojeva Kurd

Back to top button