Cîhan

Emê li Suriye êrîşê Îranê û hizbileha Libnanê bikin

Serokwezîrê Îsrail Benjamin Yetenyahu da xûyakirin ku, ewê berdewam êrîşê bingehên Îranê li Suriye bikin.Wek tê zanin Sistema parastina hewayî yên Rusyayê S-300 ezmanên Suriye li himber êrîşên ezmanî diparêze.Serokwezîrê Îsrail da xûyakirin ku, wî ji cîgirê serokwezîrê Rusyayê re gotiye ku, Îsrail ji bo ewlehiya xwe biparêze rê nadê ku li Suriye Îran û Hizbullaha Libnanê bi hêz bibin. Ji bo vê jî ewê berdewam êrîşê bingehên wan yên leşkerî bikin û wan têkbibin.Di vê derbarê de Netenyahu dibêje: Min ji Rûsya re tekez kiriye, tevî ku Moskowa dixwaze fûzeyên S-300 radestî Hikûmeta Sûriyê bike jî, lê emê êrîşên xwe li dijî bingehên Hizbullaha Lûbnanî û milîsên Îranê yên li Sûriyê berdewam bikin.   

Back to top button