Polîtîk

Emê di parlementoyê de pirsa kurd çareser bikin ne li Qendilê

Berbijêrê CHPê Muharem Ince di bernameyên xwe yê televizyona de û axavtinên xwe de behsa pirsa Kurd dike. Ince herî dawî di bernamea Kanala Star TV ê de behsa pirsgirêka kurd kir.Ince di derbarê pirsa Kurd de got: Ezê pirsa Kurd bi formîla BBB de çareser bikim. Emê li hevwerin û di navxwe de aşitiyê pêkbînin, Emê pêve herin xwe mezin bikin û emê li hev par bikin.Ince dibêje: Çareserkirina pirsa kurd de, tu xetên me sor tunene, emê hemû tiştekî gotubêj bikin.Berdewamiya axavtina xwe de Ince got: Emê her tiştekî gotubêj bikin. Ezê ji bo lêkolina vê pirsgirêkê heyetek ku ji Tirka û Kurda pêkwerê avabikim. Kanalek ya TRT(televizyona dewletê) tenê ji bo vî karî tehsîs bikim. Bila demekî de her tişt û li gel herkesekî di vê kanalê de bête gotubêj kirin. Hingê emê di bin banê Parlementoyê de vê pirsê çareser bikin, ne li Qendîlê.

Back to top button