Berdevkê encûmena serkirdayetiya PDK li Kerkûk-Germiyan Ednan Kerkûkî ragehand ku, firakisyona PDK li encûmena parêzgeha Kerkûkê bi ti şêweyî civîna encûmenê li nav Kerkûkê beşdar nabe, ji ber ku, em Kerkûrkê weke bajreke dagîrkirî dibînin û rewatiyê nadin wan kesên ew bajar dagîrkirine, her weke partiyekê jî em ne amadene beşdarî ti civînekê bibin.Berdevkê encûmena serkirdayetiya PDK li Kerkûk-Germiyan Ednan Kerkûkî ji BasNewsê re da zanîn ku, eger civîna encûmena parêzgehê li çi cihên din ên herêma Kurdistanê be ew dê beşdar bibin.Wî serkirdeyê PDK aşkere kir ku, civîna vê care ya encûmena parêzgeha Kerkûkê ne ji bû danîna parêzgehê nû lema pêwîste her du polîtburoyên PDK û YNK civînekê encambidin tê de biryarê li ser destnîşankirina parêzgehê nû bidin.Ednan Kerkûkî got jî ku, grûba 16ê Oktoberê li nav YNK xiyaneta Kerkûkê kirin û em rewatiyê nadin wê grûbê, Rizgar Elî jî berbijêrê wê grûbê ye û danîna wî nayê qebûlkirin.Roja 16ê Oktobera borî milîsên Heşda Şeibî, pasdrên Îranê û Hizbulaha Lubnanî li gel rêkeftin bi grûbekê YNK   Xurmantû, Kerkûk û Xanqîn dorpêçkirin û ew navçe dagîrkirin û sedan welatiyên kurd şehîd, birîndar kirin û nêzîkî 200 hezar jî koçber bûn.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: