
Şêwirmendê encûmena asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li balyozê nû yê Birîtanya li Iraqê Jon Wilkes û şanda li gel wî kir.Di civîna de, behsa çawaniya pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistan û Birîtanya hat kirin û balyozê Birîtanî tekez kir ku welatê wî piştevaniya mafên destûrî yên Herêma Kurdistan dike û ewê alîkariyê jî bike heya ku Herêma Kurdistan vê qonaxa dijwar derbas bike û di zûtirîn dem de pêşketinên abûrî û diravî û di warê avakirinê de jî destpê bike.Derbarê pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, Jon Wilkes diyar kir, ku welatê wî piştevaniya danûstandinên aştyane dike li ser bingeha destûrê, ji bo çareseriya giştî ya kêşeyan di navbera herdu aliyan de.Ji aliyê xwe ve şêwirmendê encûmena asayişa Herêma Kurdistanê hêviya serketinê ji bo balyozê nû yê Birîtanya re xwest û tekezî li ser berdewamî û bihêzkirina pêwendiyên du alî kir.Derbarê rewşa dawî ya deverê, şêwirmendê encûmena asayişa Herêma Kurdistan, pabendiya Herêma Kurdistan bi beşdariyê di hevpeymana dijî terorê de da xuyakirin û hêvî xwest ku bi riya çareseriya bingehîn ji kêşeyan re rê li ber serhildana tundiyê li deverê bê girtin û tundî bê jinavbirin.Herweha Mesrûr Barzanî piştevaniya civaka navdewletî ji bo destpêkirina diyalogeke aştyane û rasterê di nav Hewlêr û Bexdayê de, ji bo çarekirina kêşeyan bilind nirxand û got: Em bi hêvî ne di zûtir dem de, Bexda bi rêzgirtin li destûrê, bersiva erênî ji bo bizavên Herêma Kurdistanê ji bo destpêkirina diyalogê bide.