CivakRojev

Em şêx Seîd û 47 hevalên wî ji bîr nakin

Partiya Komunîst a Kurdistan KKP, bi minasebeta 96min salvegera darvekirina serokê tevgera netewî ya 1925ê Şêx Seid û 47 hevalên wî daxûyaniyek ragihand.

Daxûyaniya KKP:

EM Ê ŞÊX SEÎD Û 47 HEVALÊN WÎ JI BÎR NEKIN!

Em di 96emîn salvegera darvekirina Şêx Seid û 47 hevalên wî de, hemûyan bi rêzdarî bibîr tînin!

Em rejîma nijadperest ku cezayê darvekirinê da, bi tundî şermezar dikin!

Ji bo gelê me, darvekirina Sêx Seîd û hevalên wî, bê guman, birînek mezin a siyasî û çandî ye. Li mixabin rastiya ku hîn jî gorên Şêx Seîd û 47 welatparêzan ji malbatên wan re nayê ragihandin, birînek civakî û siyasî ya mezintir e!

Li dewleta Tirk de navê hukûmetan;

Gelo; CHP, DP, AP, MSP, ANAP, DYP an jî AKP be

Gelo; Kemalîst, “demokrat”, kevneperest, “sosyal demokrat” be

Gelo; Îslama Sîyasî an jî laîk be…..

Ew berpirsiyar in ku di pirsgirêka Kurd de siyaseta dewletê bicîh bînin. Ewqas!

Ji ber vê sedemê, tu desthilatdarî ya partîyek ê nikaribûn goristanên Şêx Seîd û 47 hevalên wî jî nişan bidin. Em şermezar dikin.

Banga KKP’e ewe, di demek kurt de gorên Şêx Seîd û 47 welatparêzan radestî malbatên wan bikin.

28.06.2021

Partiya Komunîst a Kurdistan KKP

Back to top button