HevpeyvînRojev

HUDA PAR: Em li dijê girtina HDPê ne

Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu, diyar kir ku ew girtina partiyan weke darvekirina partiyan dibînin û ew li dijî girtina HDPê ne. Yapicioglu, ji bo danîna qeyûman li ser şaredariyên HDPê jî rexne kir û got: “Qeyûmên qendîlê rakirin qeyûmên Enqereyê danîn”. Yapicioglu, da zanîn ku li Tirkiyeyê pirsa kurd tune ye, pirsa zîhniyeta înkarkirina kurdan a dewletê heye û wiha axivî: “Divê zimanê kurdî li Tirkiyeyê bibe zimanê fermî yê duyemîn û zimanê perwerdehiyê.”

Partiya Doza Azad HUDA PARê çaremîn kongreya xwe ya mezin li dar xist. Di kongreyê de Zekeriya Yapicioglu careke din weke Serokê Giştî yê HUDA PARê hate hilbijartin. Cara sêyemîn e ku Yapicioglu dibe serok. Di vê hevpeyvîna taybet de, Zekeriya Yapicioglu ji doza girtina HDPê heta operasyonên li hemberî Efrînê, ji pirsa kurd heta pirsa Filistînê, ji polîtîkayên qeyûman heta jidestçûna Kerkûkê fikr û ramanên xwe ji Nûnerê Rûdawê yê Amedê Maşallah Dekar re parve kir.

Hûn weke rûyekî nerm ê HUDA PARê dixuyin. Li HUDA PARê serok tên, serok diçin, rêveberî diguhere lê siyaseta HUDA PARê her weke xwe dimîne. Di dewra nû de hûn di siyaseta HUDA PARê de guhertineke berbiçav bikin an na?

HUDA PAR ne hizbeke wisa ye ku serokê giştî bê guhertin siyaseta wê bi tevahî bê guhertin. Karên ku em di vê partiyê de bi rê ve dibin, em di nava xwe de îstişare dikin. Karê me di nava me de bi îstişare ye. Em bê îstişare kar nagirin Em karê xwe bi wî şiklî dimeşînin. Ji ber vê yekê serokê giştî bê guhertin jî eqlekî giştî, eqlekî bi îstişare em datînin ser maseyê. Em ê pirsên li pêşiya xwe çawa tespît bikin, siyaseteke çawa bimeşînin, çareseriyeke çawa bidin ber xwe, ji bo me ji bo gelê me, ji bo memleketê me çi baş e, em wê biryarê bi hev re digrin û siyaseta xwe wisa dimeşînin. Ji ber vê yekê dê guherîneke kulî, guherîneke giştî çênebe. Ew xeta me ya ku me rast dîtiye, em ê di wê xetê de bimeşin.

Di civîna dawiyê de we erkên xwe, berpirsyariya xwe di nava xwe de parve kir. Em dibînin yên ku alîkarên serok in, ji sedî 99 mêr in. Tenê jinek heye. Ew jî berpirsa jinan e. HUDA PAR partiyeke mêrane ye? Çima jin ne li pêş in?

Bi rastî şaxa me ya jinan jî heye. Ew jî di qada siyasetê de, di nava jinan de karê siyasetê dimeşînin. Lê em dikarin bêjin bi qasî partiyên din jin di nava me de bi pêş neketine. Ne ku astengiyek li ber wan heye. Wextê ku jinên di nava partiyê de bixwazin wan karan bimeşînin û di wê astê de be dê pêşiya wan vebe. Ez dikarim bêjim me pêşiya wan negirtiye.

Çima jin tune ne? Kêm in?

Jin hene lê kêm in. Wextê ew îrade nîşan bidin û bixwazin derkevin pêş sedî sed ji ber ku jin in pêşiya wan nayê girtin.

Dema ku em dibêjin HUDA PAR demên Mustazaf-Der, demên salên 90î tê bîra xelkê. Bûyerên nexweş tên bîra xelkê. Hûn êdî weke HUDA PAR derketin ser sehneya siyasetê. We ew fikra xwe ya berê li dû xwe hişt, kirasê xwe guhert yan jî hûn li ser wê xetê bi israr in?

Damezrandina HUDA PARê sala 2012 ye. Di salên 90î de HUDA PAR tunebû. Ew pirsa ku tu dipirsî ne girêdayî HUDA PARê ye.

Baş e. Hin îdia hene; dibêjin ger kesek ne endamê Hîzbûlahê be, nikare nûnertiya HUDA PARê bike.

Kî gotiye derewan dike.

Di siyaseta we de em dibînin ku hûn ji hikûmetê zêdetir, ji desthilatdariyê zêdetir muxalefeta xwe li hemberî HDPê dikin. Di xwezaya partiyan de, partiyên muxalîf divê muxalefeta xwe zêdetir li hemberî hikûmetan bikin. Ev ne nakokiyek e?

Nakokî di vê pirsê de ye birayê Maşallah. Em heftane muxalefeta xwe li hemberî desthilatdariyê, xeletiyên ku dikin nîşan didin. Lê dema ku xeletiyên muxalefetê hebin, ên CHPê hebin em wê jî tînin ziman. Ên HDPê hebin em wê jî tînin ziman. Eger salê carek yan şeş mehan carekî em li hemberî êrîşên PKKê yan li hemberî êrîşên HDPê ku li ser me kiriye, em wê bînin ziman hûn vê weke muxalefeta muxalefetê bê binavkirin, ev bê edaletî ye. Ev bêûjdanî ye. Yên ku me dişopînin, di hin qenalên televîzyonan de em muxalefeta hikûmetê dikin. Em xeletiyên wan dibêjin û riya rast jî nîşan didin. Lê kesek ku di xew de be mirov dikare wî şiyar bike lê kesên ku xwe li xewê deynin em nikarin wan hişyar bikin. Yanî kesê ku çavê xwe ji heqîqetê re bigre, mixabin em nîşanî bidin jî yan nabînin yan jî ku bibînin bi şiklekî din terîf dikin. Ew jî ne pirsa me ye. Ev pirsa wan çavên ku xelet dibînin e.

Di 6 û 7ê cotmehê de HUDA PAR jî HDP jî gelek hatin nîqaşkirin. Bûyerên nexweş çêbûn. Gelek kes hatin kuştin. Gelek kesan canê xwe ji dest dan. Niha HDP ji ber van bûyeran tê darizandin. Li ber girtinê ye. Hûn weke HUDA PAR alîgira girtina HDPê ne yan li dijî girtina HDPê ne?

Gelek caran me gotiye. Çiqas hatiye pirsîn me heman tiştî gotiye. Yê me rêgezek ji me re heye. Em dibêjin hizbên siyasî divê neyêne girtin. Rêveberên partiyê eger hereketekî xeyrî qanûnî kiribin, li dijî yasayê tevgeriyabin jî, ger tawanbar bin, sûcê wan însanan çi be divê ceza li wan kesan bê birîn. Ev ceza divê li ser partiyê neyê birîn. Di 6 û 8ê cotmehê de gelek êrîşên me kirin. Berpirsyariya HDPê jî di van karên ne qenc de hebû ku di wê demê gelek însanan canên xwe ji dest dan. Di dema şerê xendekan e jî dîsa bi hezaran ciwanên kurd canên xwe ji dest dan. Em bawer in di wan bûyeran de jî berpirsyariya HDPê heye. Lê ger sûcek hebe, berpirsyariyek di van bûyeran de hebe ew sûcekî şexsî ye. Li gorî yasayên Tirkiyeyê, cezayê kuştinê, cezayê darvekirinê tune ye. Madem wisa ye, partî jî kesayeteke manewî ye. Madem ku darvekirin, îdamkirin ji însanan re tune ye. Divê ji partiyan re jî tunebe. Girtina partiyan darvekirina partiyan e. Yanî eger kesekî rêveberê partiyê be, ew kes serokê giştî be jî, dîsa jî ger berpirsyariyek, an sûcek wî kesî hebe divê hisaba wê ji wî kesî bê pirsîn. Hesaba bûyerên 6 û 8ê cotmehê divê ji berpirsyarên wan bipirsin. Çimkî wan bang li xelkê kir û gotin derkevin kolanan. Yên derketin kolanan jî malên xelkê şewitandin, talan kirin. Ew kesên sûc kirine divê bêne cezakirin lê alîgirên vê partiyê divê neyêne cezakirin. Çi sûcê wan kesên li dû vê partiyê diçin heye? Ew kesên ku li pey vê partiyê diçin çi sûcê wan heye? Partî ne ya rêveberan e. Partî ya wan kesan e ku dengê xwe didin vê partiyê û li pey vê partiyê diçin. Ji ber vê yekê em dibêjin gerek partî neyê girtin. Her çiqas HDPê neyartiya me kiribe jî em dibêjin bila dîsa HDP di qada siyasetê de hebûna xwe bidomîne.

HUDA PAR partiyeke îslamî ye yan partiyeke kurdî ye?

Em partiyek îslamî ne. Em partiyeke însanî ne. Em dibêjin li ku derê însan hebe, îslam derheqê wê de tiştekî dibêje. Hikmê îslamê heye. Li ku derê însan hebe eleqeya HUDA PARê pê heye. Li ku derê misilman hebe eleqeya HUDA PARê pê re heye. Li ku derê kurdek hebe eleqe û pêwendiya HUDA PARê pê re heye. Em xwe hizbekî siyasî, bizaveke îslamî bi nav dikin. Lê em dibêjin mijareke me ya herî sereke kêşeya kurd e. Ji ber ku em kurd in, em dibêjin lazim e ev kêşe, ev pirs bê çareserkirin.

Sosyalîst jî dibêjin jixwe dema sosyalîzm bê hemû kes wekhev dibin. Hemû pirsgirêk bi awayeke otomatîk çareser dibin. Ne pirsa kurd dimîne ne ya tirkan dimîne, ne ya ereban dimîne. Lê ev yek çiqas rast e? Hûn jî nêzî wan difikirin bes hûn bi navê îslamê vî tiştî dibêjin…

Na ne ku em nêzî wan difikirin.  Yanî ji aliyekî ve rast dibêjî. Em dibêjin şandina temamê pêxemberan ji aliyê Rebê Alemê ve armanceke sereke bicîhanîna dadmendiyê ye. Yanî tesîskirina edaletê ye. Ji ber wê em dibêjin ev pirsa ku heyî, em weke pirsa kurd bi nav nakin. Ji ber ku dema dibêjin pirsa kurd weke ku hebûna kurdan pirsgirêk be, yanî kurd pirsgirêkek derdixin. Belkî wisa tê fêmkirin. Em naxwazin bi vî şeklî pênase bikin. Ev pirseke zîhniyetê ye. Zîhniyeta dewletê ye ku înkara kurdan dike. Îslam înkara tu qewmî nake. Înkara tu zimanî nake. Heta Rebê Alemê dibêje cudahiya rengê we û zimanê we ji ayetên Xwedayê Teala ye. Rebê Alemê dîsa di Qurana pîroz de dibêje her qewmekî me qasidek jê re şandibû bi zimanê wî qewmî diaxive. Em dibêjin eger ew emrê ku Rebê Alemê li însanan kiriye, li temamê pêxemberan kiriye. Gotiye wezîfeya we di nava însanan de anîna edaletê ye, biciahanîna edaletê ye. Eger hebûna kurdan, hebûna zimanê kurdan, hebûna çanda kurdan, hebûna mafên kurdan ku bê qebûlkirin, neyê înkarkirin û wekhevî çêbe li gorî van pîvanan çêdibe. Îslam dibêje tiştê ku tu ji nefsa xwe re dixwazî lazim e tu ji birayê xwe re jî bixwazî.

Hûn pirsa kurd weke pirsgirêkeke statûya siyasî dibînin yan weke pirsgirêkeke folklorîk dibînin?

Ne pirsgirêkeke folklorîk e. Helbet pirsgirêkeke siyasî ye. Çima zimanê kurdî, hebûna kurdan, çanda kurdan tune tê qebûlkirin? Ma ev ne sedemeke siyasî ye? Ji ber wê em dibêjin ev pirs pirseke siyasî ye. Ev pirs pirseke însanî ye. Ev pirs pirseke hiqûqî ye.

Pirsa statûyê ye yan na?

Erê helbet statûyek jî lazim e. Em dibêjin kurd li Tirkiyeyê damezrînerên vê dewletê ne weke tirkan. Lazim e weke hev bin. Lazim e zimanê kurdî jî li Tirkiyeyê bibe zimanê fermî yê duyemîn. Em dibêjin bila bibe zimanê perwerdehiyê. Ger ev dewlet bi tenê yê tirkan be, kurd dê bêjin nexwe ev dewlet ya tirkan e ka em jî dewleta xwe damezrînin. Ku bav û kalên me bi hev re ev dewlet damezrandibin, nexwe divê ev dewlet a herdu gelan jî be. Ya tirkan jî be ya kurdan jî be. Nexwe dema erkên vê dewletê têne parvekirin ka kurd li ku derê ne? Kurd xwediyê çi ne? Lazim e ev pirs bê bersivandin.

Li gorî we pirsgirêka Filistînê girîngtir û li pêştir e yan pirsgirêka Kurdistanê?

Pirsgirêka Kurdistanê pirsgirêkeke cuda ye, pirsgirêka Filistînê pirsgirêkeke cuda ye. Herdu ne girêdayî hev in. Herdu jî pirs in. Lazim e herdu jî bêne çareserkirin. Lê kêşeya kurd belkî nîvê merkeza erdnîgariya ûmeta îslamê de ye û nêzî Filistînê ye jî. Lê belkî eleqeya vê pirsê bi çend dewletan heye. Pirsa Filistînê, bi rastî ne Filistîn jî, belkî pirsa Mescîdî Aksa, pirsa Qudsê, pirsa Qudsa pîroz ê temamê ûmeta îslamê ne. Herdu pirs jî yên me ne û lazim e herdu pirs jî bêne çareserkirin. Yek ne alternatîf e ji bo yê din. Ku giranî bidî ser yekê ne lazim e hûn pişta xwe bidin a din. Lazim e herdu jî bêne çareserkirin.

Kîjan girîngtir e ji bo we?

Herdu jî girîng in.

Hûn ferqê naxin navberê?

Herdu jî girîng in. Her yek di cihê xwe de. Ma tu dikarî bibêjî av girîng e yan nan girîng e? Herdu jî lazim in.  Bê nan jî nabe bê av jî nabe.

Dengdêrên we, piştgirên we piranî ji kurdan pêk tê. Ji sedî 90 zêdetir kurd in. Hûn dengê kurdan digrin. Hûn ji bo Filistînê dadikevin kolanan, mitîngan, civînan li dar dixin Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji kurdan hatin standin lê we qet dengê xwe nekir. Ew jî kurd bûn û misilman bûn.

Beriya her kesî ewder ji terefê kurdan ve ji destê kurdan hate standin.

Ev operasyonên li ser van bajaran meşrû dike?

Operasyonên bi vî rengî, ger tu li cihekî leşkeriya te ji aliyekî din re be, nêçîra te ne ji kurdan re be, wextê tu bêyî kuştin ez nabêjim kurd hate kuştin.

Lê sivîl jî hatin kuştin…

Erê sivîl jî hatine kuştin. Sivîl tên kuştin… Di şerê xendekan de heft hezar xortên kurd hatin kuştin. Ji bo çi hatin kuştin? Ji bo ku ew kuştin çênebe em qêriyan. Me gazî kir, me bangewazî kir. Me got vê nekin, vê xirabiyê jî miletî re nekin. Piştî ku kirin, di wê demê de ev bûyer çêbûn dê rexneyê li kî bikî? Ew kesên ku berê wan da agir an ew kesên ku ew kuştin sûcdar in?

Kîjan ji wan sûcdar e?

Herdu jî sûcdar in. Bi zanebûn ji bo ku tu ji xwe re zemîneke siyasî ava bikî, ji bo ku tu îdeolojiya xwe li ser erdê Kurdistanê bi cih bikî, tu bi qest, bi zanebûn zarokên kurdan, ewladê kurdan bişînî mirinê, tu wan bidî kuştin, ji bo dengekî zêdetir bi dest bixe ne ku xizmeta kurdan bike, ew kesê ku vê dikin ew bi xwe neyartiya kurdan dikin. Ez vê bêjim; PKK li ku derê be, PKK li kîjan perçeyê Kurdistanê be, li wê derê dema du grûbên kurdan şer dikin yek jê muheqeq PKK ye. Ku du grûbên kurdan şer bikin tu bizanibe yê êrîşkar PKK ye. Li her çar perçeyan ev yek bi vî şeklî ye. Yanî kurd ji wê derê hatin derxistin, kurdên ku îro Rojavayê Kurdistanê yanî Kurdistana Sûriyê bûne desthilatdar ewder bi çi awayî bi nav dikin? Yanî ewder Rojavayê Kurdistanê ye yan Başûrê Rojhilatê Sûriyê ye? Navê wê çi ye? Gelo di civînan de bi kurdî dema tê axaftin dibêjin birayên me yên ereb pê nexweş in, ji kerema xwe re bi kurdî neaxivin. Ew kesên ku zarokên kurdan direvînin dibin leşkeriya neçar kî ne? Ew xwe weke kurd hisab dikin. Ji xeynî wan ew kurdên ku siyaseteke din dimeşînin wan weke kurd hisab nakin. Li ku derê du kurd bi hev ketin, ew kesên ku ji çanda kurd dûr in, ji exlaqê kurd dûr in, ji bo ku fikra xwe komunîzmê bikaribin li erdnîgariya Kurdistanê bi cih bikin navê kurd bi kar tînin lê dujminatiyê bi kurdan re dikin, kesên ku berê xwe didin wan êrîş dikin. Dema ku îro li Başûrê Kurdistanê pêşmerge ber bi wan ve diçin êrîşê wan dikin. Kurd kî ne?

Di dema operasyona li hemberî Efrînê de we got ev şer ne şerê li hemberî kurdan e. Ev şer li hemberî Amerîkayê ye.

Me wisa got?

Belê baş tê bîra min. Cenabê te wisa got. Lê li wê derê Amerîka tunebû. Li Efrînê Rûsya hebû. Hûn ji vê daxuyaniya xwe poşman in?

Na ez ji vê daxuyaniyê ne poşman im. Ew daxuyaniya min nehatiye fêmkirin. Ez dîsa dibêjim, nêçîra PKKê ji Amerîkayê re ye. Amerîka digot ew leşkerê min ên bejayî ne. Ji bo ku pozê wan bişewite, min got eger hûn şer dikin ji bo gelê xwe bikin ne ji bo Amerîkayê. Ne ji bo parastina bîrên neftê ku Amerîka wê neftê ji xwe re bikişîne bibe. Min got ji bo vê xortên kurdan nedin kuştin.

Vaye Tirkiye jî dixwaze leşkerê xwe bişîne Afganistanê. Ji bo piştgiriya Amerîkayê. Hûn van rexneyên tund li Tirkiyeyê jî dikin?

Em wê jî xelet dibînin. Em van rexneyan li hemberî Tirkiyeyê jî dikin. Em dibêjin tu di NATO’yê de yî çima tu ewladên miletê xwe dibî ji bo Amerîkayê didî kuştin? Çi îşê Tirkiyeyê li Koreya Başûr hebû? Em vê jî dibêjin. Em vê rexneyê jî dikin. Lê wextê ku ew rexneyên me neyên dîtin ev tişteke din e. Ew kesên ku guhên xwe ji me re digrin, dengê rexneyên me naçe guhê wan. Em dibêjin li ku derê zilm hebe, kî li kî bike em li dij in. Kurd jî li yekek din zilim bike, em ê li hemberî wî jî bisekinin. Lê ew kesên ku zilmeke mezin li qewmê xwe bike, tu yê bikaribî çi ji wî qewmê din re bibêjî ku berê çekê xwe dide wan.

Kerkûk jî dema ji dest çû, kete destê Heşdî Şebî, we nerazîbûneke tund nîşan neda?

Nerazîbûna me hebû yan na?

Min bi xwe nedîtiye.

Ku te fam nekiribe ez vêga bêjim jî dîsa ku tu nexwazî tu nabînî.

Hûn dixwazin Kerkûk vegere ser Kurdistanê?

Em dixwazin Kerkûk çi ye ew be.

Kerkûk çi ye, divê çi be?

Li gorî xala 140 a makezagona Iraqê lazim bû li wê derê referandûm çêbûya. Nekirine. Em vê rexne dikin. Em dibêjin ev zilm e. Hûn vê pêk naynin, hem jî kurdan ji wê derê derdixin û dixwazin hejmara kurdan li wê derê kêm bibe û paşê referandûmê bikin. Heta ku kurd ji wê derê dûr bû û hejmara yên din zêde bû, hûn ê wê gavê biçin referandûmê? Em dibêjin na. Li Kerkûkê kî hebe, Kerkûk heqê ku derê be divê here ser wê derê. Kerkûk li gorî dîtina me, li gorî zanebûna me, li gorî şopandina me, Kerkûk piranî kurd in. Eger referandûm çêbûya dê li ser Kurdistanê bûya. Ji ber wê referandûmê nekirin. Ez dibêjim qey gotina min zelal e.

Hûn danîna qeyûman li ser şaredariyan çawa dinirxînin?

Ger ev tiştekî yasayî jî be ne tiştekî rewa ye, ne tiştekî hiqûqî qe. Em vê jî dibêjin; berê qeyûmên Qendîlê hebûn. Qeyûmên Enqereyê hatin qeyûmê Qendîlê rakirin û di cihê wan de rûniştin.

Kiryarên qeyûman ku navên kurdî ji kuçe û kolanan û ji ser lewheyan radikin çawa dibînî?

Siyaseteke xelet e. Tiştekî rast nakin. Belkî li gorî zanebûna xwe li gorî siyaseta xwe dibêjin belkî siyaseteke mezin meşandin lê nexêr. Ev siyaset feydê li wan jî nake.

Back to top button