Polîtîk

Em Şêx Seîd û hevalên wî bi giramî bibîr tînin

 Em Şêx Seîd û hevalên wî bi giramî bibîr tîninSerokê  netewî û olî  yê gelê Kurdistanê Şêx Seîd û 47 hevalên xwe 92 sal berê di roja 29.06.1925an de , ji alîyê Dewleta TirkÎyê ve hatin darve kirin.Şêx Seîd û hevalên xwe, ji aliyê dadgeheke  korsan ve bi şêweyeke bêhûqûqî û bi binpêkirina hemû şêwazên hûqûqa navneteweyî bi cezaya  îdamê hatin cezakirin û li Taxa Derê Çiyê ya Amedê hatin darvekirin.Dewleta  Tirkîyê heta nuha jî cîhê mezelê Şêx Seîd û hevalên wî aşkere nekirîye.Dewleta Tirkîyê, divê ji ber van darve kirinan ji gelê  Kurdistanê  lêborînê bixwze û cîhê mezelên nemiran aşkere bike.Doza ku Şêx Seîd û hevalên xwe li ber  wê jiyana xwe feda kirine, bi şehadeta sedhezaran nevîyên Şêx Seîd, bi xebat û têkoşîneke welatperwerane, îro jî li her çar perçeyên Kurdistanê berdewam e.Şêx Seîd û hemû şehîdên doza azadîya Kurdistanê, weke 50 milyon Kurdên cîhanê û hemû Kurdistanîyan, li  hêvîya serxwebûna başûrê Kurdistanê ne.Her destkeftin û statuteyeke sîyasî  ya li her perçeyekî  Kurdistanê dê ruhê şehîdên me şad bike.Di 92emîn salvegera darvekirina wan de em Şêx Seîd û hevalên wî û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin.29.06.2017Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Back to top button