CivakRojev

Em Şêx Seîd û hevalên wî bi giramî bibîr tînin

Serokê Tevgera Netewî a Kurd a 1925an Şêx Seîd û 46 hevalên xwe 96 sal berê di roja 29.06.1925ê de , ji alîyê Dewleta Tirkîyeyê ve hatin darve kirin.

Şêx Seîd û hevalên xwe, ji aliyê dadgeheke korsan ve bi şêweyekî bêhûqûqî û bi binpêkirina hemû şêwazên hûqûqa navneteweyî bi cezaya îdamê hatin cezakirin û li Taxa Derê Çiyê ya Amedê hatin darvekirin.

Dewleta Tirkîyê heta nuha jî cîhê mezelê Şêx Seîd û hevalên wî aşkere nekirîye.

Dewleta Tirkîyê, divê ji ber van darve kirinan ji gelê Kurdistanê lêborînê bixwaze û cîhê mezelê Şêx Seîd, Seyîd Riza , Xalid Begê Cibrî, Yusûf Zîya Beg, Dr. Fûad, Şêx Eyub, Seyîd Abdulkadîr, Hecî Axtî  û hevalên wan , cîhê mezelê  Seîdî Nûrsî  aşkere bike.

Doza ku Şêx Seîd û hevalên xwe li ber wê jiyana xwe feda kirine, bi şehadeta sedhezaran nevîyên Şêx Seîd, bi xebat û têkoşîneke welatperwerane, îro jî li her çar perçeyên Kurdistanê berdewam e.

Şêx Seîd û hemû şehîdên doza azadîya Kurdistanê, weke 50 milyon Kurdên cîhanê û hemû Kurdistanîyan, li hêvîya azadî û serxwebûna Kurdistanê ne.

Her destkeftin û statuteyeke sîyasî ya li her perçeyekî Kurdistanê dê ruhê şehîdên me şad bike.

Di 96emîn salvegera darvekirina wan de em Şêx Seîd û 46 hevalên wî yên bi wî re hatine darve kirin û Xalid Begê Cibrî , Yusuf Ziya Beg, Elî Riza Beg, Bahaddîn Beg, Faîk Beg, Mele Evdirrehmanê Şirnexî, Dr.Fuad, Şêx Eyub, Hecî Axtî, Seyid Abdulkadîr  û  bi deh hezaran Kurdên ku di dema serîhildanê û di du salên piştî serîhildanê de hatine qetil kirin û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin.
29.06.2021

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Back to top button