Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li çarçêweya bernameya hevdîtin û civînên li gel aliyên siyasiyên Herêma Kurdistanê da, serdana her yek ji Partiya Karker û Kedkarên Kurdistanê, Partiya Komunistên Kurdistanê û Partiya Kedkarên Kurdistanê kir.
Li civînê de ku birêz Mistefa Seyîd Qadir Cîgirê Serok amade bû, rewşa navxweyî û gefên niha û paşerojê yên li ber Herêma Kurdistanê, pêşhatên Iraqê bi giştî, yekrêzî û nivîsîna destûr, peywendiyên Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federaliya Iraqê hatin guftûgo kirin.
Aliyên siyasiyan pêzanînên xwe ji bo rola Serok Nêçîrvan Barzanî û Serokayetiya Herêma Kurdistanê wekî sêwana komkirina hemûyan û hewlên wê yên ji bo yekrêziya di navbera alî û pêkhatên Kurdistanê derbirîn û dûpat kirin ku mîsogeriya parastina maf û destkeftên gelê Kurdistanê û derbasbûna ji dijwariyan, tebayî û yekrêziya alî û pêkhatên Kurdistanê ye.
Ji bilî xistinerûya nêrîn û têbîniyên wan yên li ser tevahiya pirsan û rewşê bi giştî, hemû aliyên siyasiyan hevkarî û piştgîriya xwe ya ji bo hewl û hengavên Serok Nêçîrvan Barzanî û Serokayetiyê ya bi navê tebayî û yekrêziyê da dûpat kir û hevra bûn ku divê hemû bi yekrêzî û tebayî û çareseriya kêşeyan bi guftûgo û hevdû têgihiştinê, rûbirûyê rewşê û gefan bibin û aramiya siyasî bê parastin.
Ji aliyê xwe ve Serok Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku Serokayetiya Herêma Kurdistanê bi hevkarî û hemahengiya li gel sazî û alî û pêkhatan da li hewlên xwe yên ji bo yekrêzî û derbaskirina kêşe û qeyranan de berdewam dibê. Rêzdar spas û pêzanînên xwe ji bo piştgîriya alî û pêkhatan li hewl û hengavên Serokayetiyê derbirî û tekez li wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê wekî herdem bi landika pêkvejiyanê û parastina azadiyan dimîne.