CîhanRojev

Em şer naxwazin,lê amadene bersiva êrîşa jî bidin..

Fermandarê hêzên nawendî yê Amerikayê(CENTOM) general Kenneth F. McKenzie li gel kanala LBC a Libnanî axivî û got: Em naxwazin li gel Îranê şer bikin, lê dema pêwistbe emê bersiva wan bidin.

McKenzie da xûyakirin ku di du salên dawî Washington bi giraniyek zê de siyasetek pressê li himber Îranê bi kar anî.Niha jî desthilatdariya Biden vê pirsê dinirxîne. Li Yemenê Husiyên ku bi pişgiriya Îranê operasyona li himber Siudiyê dikin , êrîşên ne rastin û Amerika li dijê van êrîşan e.

McKenzie Di daxûyaniya xwe de dibêje: Îran şerên bi wekalet rêve dibe û bi vê yekê hinek operasyona li dijê hêzên me li Iraqê dike, ev çalakiyên êrîşkarin , Hêzên Amerikayê li himber hemû êrîşan amadene bersivê bidin. Em şer naxwazin lê em amadene jî.

Back to top button