Cîhan
Em piştgîriya serbixweyiya Kurdistanê dikin
Wezîrê berevanî yê Îsraîlê dibêje :Em piştgîriya serbixweyiya Kurdistanê dikin.
Wezîrê berevanî y ê Îsraîlê Moşe Yaalon di çarçoveya beşdarî kirin di panelekî li Washingtonê de ragehand ku em weke Îsraîl ji bo parastina ewlekarî, aramî û aştiya deverê piştgîriya damezrandina dewleta serbixwe ya Kurdistanê dikin.
Yaalon eşkere kir ku hikûmeta Îsraîlê piştgîriya her biyrarekî dike ku ji aliyê xelkê Kurdistanê ve were girtin eger ev biryara han biryara serbixweyiya Kurdistanê jî be.
Yaalon derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de jî eşkere kir ku nabe behsa fedraliyetê were kirin û behsa parastina yekîtiya Sûriyayê jî were kirin û Tirkiye pê xweş be an xweş nebe, hebûna herêmeke fedralî ya Kurdî li Sûriyayê bûye rastiyek.