PDK-T helebçe bîrtîne
PDK-T ŞÊHÎDÊN HELEPÇE
BI DILOVANÎ BIBÎRTÎNIN!..
Beriya îro 27 sala weke ko Eyaz Yusiv gotibû “rêbaza kûrê Hîtler (Saddam Huseyin)ko li Bexdayê mezin buyiye”, dema diyar dibû ko dê KDP û YNK di enîyek’ê de ligel hev hevkariyê bikin, ew dê Kurdistanê azad bikin.
Roja 16’ê Adara 1988ê de heşt balafirên MÎG-23 ji xaza jehrî barkirî li bajarê Helepçe bombebaran kirin. Zêdetirîn 5000 kes hatin kuştin7000 kes jî birindar bûn. Lê piştî şerê Iraqê biyaniyan gotin ev hejmar pirtire ji yên hatine ragihandin. Pêşî zarokên Kurdan û dawî tekoşerên ji bona azadiyê ko bi lehengî şerî dikirin bi dîmeneke ko di cîhanê de nehatî bi hovane qetil kirin.
Ev qetlîama 18 Adarê di dîroka netewa Kurd de tucar dê neyête ji bîrkirin û dema dîrokzanên dinyayê vê qetlîamê weke bûyerek reş û kirêt binîvisin, dê dest û qelema wan ji şerm û xofan bi lerizê, nexasim îro jî weke roja Adara 1988 roja çarşemê ye. Ew roj qetilkirina 5 hezar kurd armanca têk birina dewleteke Kurdistana serbixebu.Zîhniyeta Saddam û Baasê Ew bu ko Kurdistanê tine bikin ji wilo emîr da Kîmyasal Elî Bi xaza kimyasal a xerdel û sêva. Wana bawer dikirin ko li wêderê helhest û armanca azadiya kurdistanê têk birin. Belkî wana ji kêfa xweke ko di jiyana xwede heta hinge aram ne kiribûn, rehat raketin,.
Lê zaroyên wan kurdên hati qetilkirin ko di hundirê dîrokê de qet tucare serê xwe ji dijminên xwere dananine, qet ji armancê serxwebune ne daketiye dê rojekê derbikevin e pêşberî zîhniyeta Saddam û Baasê, tola xwe hildin û serxwebuna xwe wergirin. dê vî hesabî bi tûndî ji dijmin bistînin û ev tekoşîna zîç û zarokên netewa kurd dê berdewam bê heta encamê bistînin.
Di 28 emîn sala qetlîama kimyasal a Helepçe careke din dîrokê rûyekî nuhî, wahşî derxiste qadê lê çek ê xwe gorand êdî di dawiya sala 2015 de li li Bajar û bajarokên Bakûrê Kurdistanê (Sur a Amedê, Farqîn, Sîlopî, Cîzîra Bota, Nisêbîn, Şirnax, Çêlemêrg û Gewer) heryek ji wan mîne helepçayê tête rûxandin, sotandin û wêrankirin mal wêran dibin jin, keç , mêr ,kur peneber dibin.
Kes nizanê kî çî dike û kî çî dixwazê ev jî ji bal gele Kurd ve ne diyare. Bes gele Kurd viya dizanê ko ev rûdanan û pevçûn hemî ji biona pêşiya dewleteke netewî a kurdistanî bigrin. Lê bila herkes û dewlet bizanibin ko kurd ji armanca dewletbunê nakevin jêr. wan zarokên li Helepçayê û li Bakur bi tepika dilîstin dê di rêya şêhîdên lehengê Kurdan de bi sîrûda êy Raqîp bi meşin dê wisa bikin ko denge dawî ne denge xaza xerdel û sînîr û sêvan bê qet û qet dê ferzend nedin,dê denge serxwebuna dewleta Kurdistanê bang bikin û behna gûl û nêrgizên kûrdistanê li herêmê belav bikin. Her û her bi şiara serxwebûne û bibîranîna şêhîdên Helepçe ya leheng hawîl bidin. .
15. 03 2016
Serê gele kurd sax be ,
Dilovaniya xwedê li giyana wan be
Bijî Kurd û Kurdistaniyan
Serokê Giştî yê
Partıya Demokrata Kurdistanê Tirkiya
Mehmet Emîn KARDAŞ