CîhanRojev

Em piştgiriya Kurdistana serbixwe bikin

Perlemanterekî Australî bang li hukûmeta welatê xwe dike ku piştevanîya damezrandina Kurdistaneke serbixwe bike.

Perlemanterê Australiyayê Andrew Wilkie gilînameyek amade kiriye û tê de daxwaz ji perleman û hikûmeta Australya kir, ji bo pêşkeftina aborî û civakî ya gelê kurd, piştgîriya damezrandina Kurdistaneke serbixwe bikin.

Andrew dibêje: “Di vê gilînameyê de ez bang li hikûmeta Australyayê dikim ku piştgîriya mafê diyarkirina çarenivîsê yê gelê kurd bike, da ku Kurdistaneke serbixwe damezrîne. Serxwebûna Kurdistanê wê bandoreke mezin li ser pêşketina aborî û civakî ya gelê Kurd û parastina nasnameya neteweyî ya kurd bike. Ji sedsalekê zêdetir e ku hewldanên wan ên ji bo serbixwebûnê bi qirkirin û êş û azaran hatine bersivandin û her tim hewldanên wan ên azadiyê hatine jinavbirin.”

Dibêje jî: “Di vê gilînameyê de ez bang li Encûmena Nûneran dikim ku mafê gelê Kurd a avakirina dewletê qebûl bike ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekê ji aliyê hêzên cîhanî ve li gorî hiqûqa navneteweyî soz ji wan rehatibû dayin. Ji ber ku yek ji rêgezên sereke yên sîstema navdewletî ye ku xwe bi xwe birêve bibe û biryara çarenivîsa xwe diyar bikin, bêyî ku tu alî destêwerdanê di karûbarên wan de bike.”

K24

Back to top button