Em ji şer natirsin, berovajî vê yekê em ji her şerî re amade ne

Fermandarê Supaya Pasdarên Îranê Selamî di daxuyaniya xwe de tekez kir ku welatê wî ji her şerî re amade ye, lê naxwaze şer dest pê bike.
Fermandarê Giştî yê Pasdarên Şoreşa Îranê Sererkan Orgeneral Huseyîn Selamî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew fêrî her rêyên li dijî dijmin bûne û destnîşan kir ku ew ê di rûbirûbûna dijmin de gavekê jî paşve navêjin.
Selamî di derbarê Operasyona “Sozdayînê” de axivî û got: “Ev şerekî diyarker bû ku lawaziya berevaniya Siyonîstî eşkere kir, tevî ku sîstema berevaniya esmanî ya herî nû heye, bi sedan mûşek li armancên wan ketine û îrade û serweriya Komara Îslamî îsbat kir.”
Dijmin hewil dide ku rûmet û nasnameya gelên Îslamê ji holê rake, lê Xezeyê mînakek bêbawer a îradeyê nîşan da, ku gelê xwe tevî dorpêçkirin û bomberdûmanan, bi bawerî û cesaretek kêm bi mirinê re rû bi rû maye.
‘Em ji şer natirsin, berovajî her kêliyê ji şer re amade ne’
Selamî destnîşan kir ku eniyên berxwedanê yên li Yemen, Lubnan û Iraqê bi heman biryardariyê li ber xwe didin û destnîşan kir ku di van pevçûnan de xwezayî ye ku aliyên berxwedêr zext û wendahiyên xwe bibînin, lê îrade tekane bijare ye.
Selamî di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku Îsraîl di nava tengezarî û bêhêvîbûnê de dijî û bi temamî xwe dispêre piştgiriya Amerîkayê û wiha got: “Heger rojekê alîkariya Amerîkayê ya ji bo Îsraîlê were qutkirin, ew ê wek pelên payîzê bikevin.”
Selamî got, “Bîlançoya rêgirtinê ber bi eksena berxwedanê ve diçe.”
“Eger em lawaz in, çima dijmin li Lubnanê rawestiya û agirbesta li Xezeyê qebûl kir? Îmkanên Îranê gihîştine nav axa dijmin û maseya pevçûnê vekirî bûye. Amûr û imkanên ku ji bo têkbirina Rejîma Siyonîst hewce dike hene. Em ji şer natirsin, berovajî her kêliyê ji şer re amade ne.”