Voa denge Amerika
Malper/Vîdeo/Em ji dev navê Kurdistanê bernadin(Vîdeo) Vîdeo Em ji dev navê Kurdistanê bernadin(Vîdeo) 20/08/2013 Facebook X LinkedIn Pinterest Reddit WhatsApp Telegram Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê hefteyek berê li Dîyarbekirê hat ava kirin.\n\nÇar roj derbaz nebû, Wezareta Karê Navxweyî biryarek da ku ew nikarin bi navê Kurdîstanê komele ava bikin.\n\nJi rêvebirîya komelê Serhed Mêrdînî destnîşan kir ku çar roj piştî vekirinê, di derbarê nav de lêpirsîn hat destpê kirin. Mêrdînî dîyar kir, ji wan re hate gotin ku li gor xala 302ê ya qanûna cezayê ya Qanûna Bingehîn nikarin navê Kurdistanê bidin komelê.\n\nSerhed Mêrdînî herwiha got, biryara qedexe kirina navê Kurdistanê biryareka sîyasî ye. "Ku hun navê Kurdistanê qebûl nakin, çawa dikarin ji çekdarên PKK’ê re bejin dest ji çekan berdin û werin sîyaset bikin.”\n\nXortê Kurd da zanîn ku ew dev ji navê Kurdistanê ber nadin, rê û rêbazên hiqûqî çi hewce bike, heta dawîyê ewê li ser biryara xwe bin. Voa denge Amerika 20/08/2013 Facebook X LinkedIn Pinterest Reddit WhatsApp Telegram Parvekirin Facebook X LinkedIn Tumblr Pinterest Reddit WhatsApp Telegram Parve bike Bide çapê