Konsulê nû yê konsulxanye Almaniyayê yê li herêma Kurdistanê Alfred Simes, bi minasibeta dest bikarbûna wî weke kunsulê yê Almaniyayê li herêma Kurdistanê, serdana fermangeha têkeliyên derve kir û ji aliyê Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê ve hat pêşwazî kirin.
Mistefa behsa giringiya xurtbûn û berfirehkirina têkeliyên di hemû waran de bi taybetî di warê bazirganî, aborî û kulturî de digel Almaniyayê kir û got ku, hikûmeta Kurdistanê bi çavekê mezin li Almaniyayê dinêre weke hevbeşek di vê qonaxê de û hêvî kir ku, konsulê nû yê Almaniyayê zêdetir rola xwe di çêkirina têkeliyan di navbera zanîngehên Almaniya û Kurdistanê de û odeyên pîşesaziyên her du aliyan de bibîne.
Konsulê nû yê Almaniyayê kêfxweşiya xwe diyar kir ku, ew li herêma Kurdistanê dest bi karê xwe yê nû dike û behsa têkeliyên dîrokiyên navbera Kurdistanê û Almaniyayê û hebûna çend saziyên almaniyayî li herêma Kurdistanê weke, peymangeha Gote, saziya Dad, ofîsa peywendiyên bazirganî û pêşesazî, xwendingeha almaniyayî û xeta asmaniya Lufthansa kir.
Sîmes got:
– Ez kêfxweş im li vir kar bikim û gel û hikûmeta Almaniyayê hevsoziyeke mezin li hember miletê kurd heye û em gelek bi geşekirin û pêşkeftina herêma Kurdistanê di warê aborî, îstîqrar emnî û avakirina saziyên demokratîk de dilxweş in. Almaniya dixwaze hevkarî we bike ji bona mokimkirina infrastruktura herêma Kurdistanê. Herêma Kurdistanê di warê hebûna aramiya diysaî û emnî de mînakek demikrasiyê ye ji bo hemû deverê.
Li dor rewşa deverê û Behara Erebî, konsulê Almaniyayî got:
– Di destpêkê de me baweriyeke mezin bi Behara Erebî li welatên weke Misir, Tunis û Suriyeyê hebû, lê ew behar ber bi zivistanê diçe û hêviya gelên wan welatan ji bona çespandina prensîpên demokrasiyê, parastina mafê mirovî û hevwelatîbûm bi cî nehat. Hiviya min bi herêma Kurdistanê heye ku, mînakek erênî a deverê ye