Îro sêşem 20.08.2013 bi helkefta bîst û pênç 25 saliya damezrandina rêxistina Rabîteya Îslamî ya Kurd rêwresmek li hola Şehîd Se’ed Abdullah a bajarê Hewlêrê birêveçû û têde gotara Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê Şêx Mihemed Şakelî Şêwirmendê Serok Barzanî yê Karubarê Olî ve hate xwendin. Evê li xwarê jî naveroka gotarêye:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Birayê minê birêz Kak Dr Elî Qeredaxî Serokê Rabîteya Îslamî ya Kurd
Endamên Desteya Kargêrî û Liqên Rabîteya Îslamî ya Kurd
Amadevanên hêja!
Xuşk û birayên birêz
Bi navê xwe û gelê Kurdistanê pîrozbahiyê li salvegera bîst û pênç(25) saliya damezrandina Rabîteya Îslamî ya Kurd li we dikim.
Li van çend salên derbasbûyî de Rabîteya Îslamî ya Kurd hewl daye li rêya çalakiyên xêrxwaziyan ve peywendî û hevkariya li navbera gelê Kurdistanê û gelên misilman û kesayetî û navendên hizrî û xêrxwaziyên navçeyê û cîhana îslamî û Erebî re dirust bike ku li ser bingeha peyama aştîxwaz û mirovdostaneya ola pîroza îslam hatiye damezrandin û eve jî mijareke erênî û guncave û pêwîste van cûre peywendiyan pêş bixin û bikeve xizmeta qerebukirina wan zulm û sîtemên ku li gelê Kurdistanê hatiye kirin.
Ev erkê Rabîteya Îslamî ya Kurd xistiye ser milê xwe hem erkekî pîroze û hem jî karekî medenî û serdemiyaneye. Yarmetîdana xelk û wan gelên bindest û sîtemkarin û her wiha û karê xêrxwazî û geşkirina hişyariya civakî û dirustkirina giyanê tebayî û mirovdostî bi bê guhdana regez û nîjad û ol ji aliyê rêxistinên Kurd ve helwestekî mirovane û olparêze û sedemeke jî ji bo wê yekê bikarîn wêneya rastî û aştîxwaziya Kurd nîşa derve bidin û pêgeha Kurdistanê jî li welatên misilman û Erebî bilindtir bike. Pêwîste Rabîteya Îslamî ya Kurd hevmile li gel rêxistin û saziyên dinê Kurdistanê ku bibê pirek ji bo gihandina dengê mezlûmiyet û pêkvejiyan û aştîxwaza Kurd ya xelkê bi wîcdan û başxwazê welatên herêma me û beşdar bibê li dirustkirina peywendiyekî hevseng û şaristaniya li navbera gelê Kurd û gelên misilmanê cîhanê.
Birêzan
Niha navçeya me û rojhilata navîn bi giştî li pêvajoyeke dijwar de dijî. Guhertin û rûdawên vê dawiyê ya welatên Misir û Suriye cihê gûmanêye. Bi taybetî ew kuştin û birînên li wan welatan û cihên din rû dide, pêwîste rêz li daxwaza xelkê bê girtin û diyalog û pêkvejiyan cihê şer û kuştin û zulman bigre. Her bi vê helkeftê ve hez dikim balê bikşînim li ser êş û koçberiya xuşk û birayên me yên li Rojavayê Kurdistanê. Ew ezîzên qurbanî sîtem û zulmên eqliyeta şovenî û tundiyêne û li rewşeke gelek dijwar de dijîn û erkekî neteweyî û însanî û olî ye bi hemû şiyanek ve yarmetiya wan bidîn û ji êş û janên wan kêm bikîn. Em li benda wê yekê ne ku ew îmkaniyat û peywendiyên birayên me yên li Rabîteya Îslamî ya Kurd heye wê bikar bînin bo ku bi hevkariya gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê yarmetiya xuşk û birayên me yên li Rojava û ewên li kampên Herêma Kurdistanê de nîştecîhin bidin.
Ji xwedayê mezin û bê hevta daxwaz dikim xêra zehmet û xêrxwaziyên we qebul bike û hêvîdarim li erk û karên xwe de serkeftî bin. Bi wê hêviya hejarî û koçberî û jana li welatê me de nemîne, tebayî, birayetî û pêkvejiyan bala xwe li ser nîştîmana me û hemû mirovayetiyê de bikêşê.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
20.08.2013