Sîpan Elî: Daxwaza serxwebûna Kurdistanê mafekî rewa ye
Ji bo Komîteya Amadekarê Kongreya Neteweyî ya Kurd
Li gel rêz û silavan
Pîrozbahiyên xwe pêşkêşî vê Kongreyê dikin bi hêviya serkeftinê…
Li ser mijara Parastin û Bergiriya Rewa
1- Neteweyê Kurd ji neteweyên serekiyê rojhilata navîne û bi hezaran sale, li ser axa bav û bapîrên xwe dijî û gelê Kurd wekî hemû gelên din bi dirêjahiya dîrokê xwedî çendîn kiyan û desthilatên cûr bi cûr bûye. Bi dirêjahiya dîrokê li serdema Gutiyan, Medan, Sasaniyan, Eyubiyan, Merwaniyan, Osmaniyan û çendîn mîrnişînên wekî Erdelaniyan, Babaniyan û Botaniyan hwd.. wekî dewlet û mîrnişînî desthilata xwe birêvebiriye.
Lê belê li dema sedsala bîstem de, li gel dabeşbûn û perçebûna Kurdistanê, hemû mafekî neteweyî ji gelê Kurd hatiye wergirtin û axa wê jî hatiye dagîrkirin. Rastî malwêranî, qîrkirin, enfal û jenosîd û komkujiyan hatiye. Hemû awayên xebat û têkoşîn û parastin û bergiriya rewa ji gelê Kurd re hatiye qedexekirin. Hezaran girtiyên siyasî yên Kurd li girtîxaneyan bi dîl hatine girtin û an jî cezaya sêdarêdan û hûkmê girtiyan li ser de hatiye sepandin.
Mafê çarenûsê, mafê her neteweyeke ku li cîhanê de dijî. Ji ber hindê gelê Kurd ji mecburî hêviya xwe biriye ber xebata çekdarî û li dijî êrîşên dijminan li ser ax û niştiman û giyanê xelkê Kurdistanê hêz bikaraniye. Ji bo wê yekê jî hemû cûreyên parastin û bergirikirina gelê Kurd, mafekî rewaye.
2- Gelê Kurd mafê xwe heye wekî hemû gelên cîhanê, ji bo parastina sînorên welat, yasa, ewlehî û asayîşa welatiyên Kurdistanê xwedî artêş û hêza çekdariya xwe be.
3- Mafê Kurd heye, hêza xwe ya bergiriyê hebe, wekî artêşek çi Pêşmerge yan her navekî din hebe.
Pêşmerge ew kese bi dilxwaziyê ve, bi bîr û baweriya cangoriyê ji bo parastin û bergiriyê, li axa niştiman û azadiya gelê Kurdistanê ceng dike. Li her perçeyekî Kurdistanê de yan li bin her navekî din wekî Gerîlla û navekî din, Pêşmerge li sînorê ferman rewayê Herêma Kurdistanê de li destûra Iraq û Herêma Kurdistanê de hêzekî destûrî û yasayî ye. Ji bo wê yekê bi pêwîstî dizanîn hêza Pêşmerge ji aliyê Kongreyê ve wekî hêzekî bergirî û parastinê bê naskirin.
4- Mafê gelê Kurd heye regezname û pasaporta xwe hebe ku nasname û pênaseya Kurd pêve diyar bibe.
5- Neteweyê Kurd wekî hemû neteweyeke cîhanî mafê xwe heye xwedî dewletekî serbixwe be û cih û nasnameya xwe li nav civaka cîhanê de hebe. Ji bo wê yekê daxwaza serxwebûna Kurdistanê bi mafekî rewa dizanîn.
6- Piştgiriyê bidîn xebat û têkoşîna gelê Kurd yên li perçeyên dinê Kurdistanê û parastin û bergiriyê li mafê çarenûsa wan bikîn. Li gor wê derfet û mercên ku îro cîhan têda derbas dibe, hewl bidîn Kurd li rêya Neteweyên Yekgirtî nûnerayetiya xwe hebê û eger bi awayekî çavdêrî jî be.
7- Kongreya Neteweyî parastin û bergirîkirina Herêma Kurdistanê, li ser milê hemû Kurdistaniyekî wekî erkekî niştimanî binase, ji ber ku Herêma Kurdistanê li destûra Iraqê û cîhanê de berceste bûye û bûye kiyanek neteweyî.
8- Pêwîste hewl bidîn ji bo azadkirina hemû girtiyên siyasiyên Kurd ku li her cîhekî li ser doza Kurd û Kurdistanê hatibe girtin.
9- Li dema dirustbûna rewşa ne asayî li her beşekî Kurdistanê Kongre helmeta neteweyî rabigehîne.
10- Kongre pêgeha birîndar û xwedî pêdiviyên taybetiyên şerê parastina rewa bilind dinirxîne û hewl dide ku li hemû îmkaniyatên jiyanê asûde û behremend bikin.
11- Kongreya Neteweyî ya Kurd şehîdên hemû beşên Kurdistanê wekî nirxên giranbihaya neteweyî û pêşengên azadiyê dibîne û xwedîtiya li wan wekî erkê neteweyî pênase dike. Heman demî de hemû hêzên Kurdistaniyan li malbata şehîdan xwedîtiyê dikin û li gor îmkan û derfetan piştevaniya maddî û manewî li malbata wan dikin.
12- Pêwîste hewl bidin pênaseya Kurdî bidin, wan hemû Kurdên ku ji dû milyon kesî zêdetir li welatên cîhanê bi penaberiyê de dijîn. Ji aliyê wan welatan ve wekî(Turk, Ereb, Faris) têne naskirin.
13-Kongre biryar dide ku nakokiyên hêzên siyasiyên li her çar perçeyên Kurdistanê li rêkên siyasî û diyalogê ve çareser bibin û li vî çarçêweyê de destbirina çek heram û mehkum û qedexe dike.
14- Bi navê dûvçûn û çavdêriyê ji biryarên Kongreyê komîteyeke neteweyî pêkbikin.
Li gel rêz da
Sîpan Elî Yusuf
Endamê Lîjneya Parastina Mafê Rewa ya Kongreya Neteweyî ya Kurd
18.08.2013