Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu li gel desteyek berpirs û parlementerên partiya xwe îro serdana Iraqê dike.
Di heyeta Kiliçdaroglu de hinek karsazên ku girêdayê CHPê û herweha rojnemevan jî hene.
Wezereta derve ya Tirkiye di vê demê de serdana Kiliçdaroglu rast nedît . Lê CHPê guh nedan wezaretê û serdana Iraqê kir. Dê Kilçdaroglu serdana Bexdayê bike û li gel Maliki hevdînê bike.,Kiliçdaroglu serdana xwe ya 3 rojî de serdana bajarê Necefê û Kerkukê jî dike.
Gelek şiroveyên cuda li ser vê serdana Kiliçdaroglu têne kirin heta radeyekî tê gotin ku ev serdana hanê ji bo pişgiriyeke ji Malikî û şîyanre.