CivakRojev

Em jenosîda ku li Kurdên Feylî hatîye kirin rûreş dikin, şehîdên xwe bi giramî bi bîr tînin

Rejîma Beasê ya  Sedam Husên ê dîktator, bi biryara 666ê ya Konseya Fermandarîya Rejîma Beasê di sala 1980yî de nasnameya hemwelatîyê ya 300.000 Kurdên Feylî îptal kir û bi hezaran Kurdên Feylî ji alîyê Rejîma Beasê hatin revandin, wenda kirin û hatin kuştin. Kurdên Feylî rû bi rûyî jenosedeke mezin bûn.

Di navbeyna salên 1935ê û 1960ê de , rejîmên ku li Iraqê hatin ser hikum,  bi heceta ku ji ‘’mezheba Şîe’’ ne, zext û zilmeke mezin li Kurdên Feylî yên li bajarên wek Bexdat, Besra, Vasît û Mendelînê de dijîyan kirin da ku mecbûr bimînin koçî Îranê bikin. 

Piştî ku Partîya Beasê di sala 1970yê de hate ser hikum, li Kerkûkê û li hemû navçeyên Kurdistanê yên ku îro mijara madeya 140î ne, dest bi sîyaseta  ‘’Ereb kirina’’ van navçeyan kir û  bi armanca tune kirin û koçber kirinê êrîşeke mezin bir ser Kurdên Feylî.

Sedam Husên û Rejîma Beasê, di navbeya salên 1970 û 1980yî de, zilm û neheqî û sîyaseteke ji hevdu belav kirinê li ser Kurdên Feylî meşandin.

Di navbeyna salên 1970 û 1980yî de,  Rejîma Beasê, 132 hezar Kurdên Feylî sirgûnî Îranê û Rojhilatê Kurdistanê kir.

Rejîma Beasê , di sala 1980yî de, nasnameya 300 hezar Kurdên Feylî yên ku piranîya wan li bajarên wek Bexdat, Besra, Vasît û Mendelînê de dijîyan îptal kir û bi hezaran Kurdên Feylî ji alîyê Rejîma Beasê ve hatin revandin, wenda kirin û hatin kuştin. Kurdên Feylî rû bi rûyî jenosedeke mezin bûn.

Di sala 2003yê de, Rejîma Dîktator a Sedam Husên bi midaxaleya Dewleta Emerîkayê ve  hate rûxandin. Di sala 2005ê de Qanûna Bingehîn a Dewleta Federal a Iraqê hate nivîsandin. Di destpêka vê Qanûna Bingehînê de, hate nivîsandin ku  ‘Rejîma Beasê jenosîd li Kurdên Feylî kirîye’.

Parlamentoya Federal a Iraqê di sala 2011ê de, jenosîda ku li Kurdên Feylî hatîye kirin bi awayekî fermî qebûl kir. Roja 4ê Nîsanê wek Roja Jenosîda Kurdên Feylî tê bibîranîn

Em di 42yemîn salvegera jenojîda ku li xuşk û birayên me yên Kurdên Feylî hatîye kirin , careke din qatil û jenosîdkaran rûreş dikin û em şehîdên xwe yên Kurdên Feylî û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin. 

04.04.2022

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Back to top button