CîhanRojev

YE berdewamî dîplomatên Rus dersinor dike

Wezareta Derve ya Fransayê da xûyakirin ku, 35 dîplomatkarên Rûsî ji welatê xwe der dikin.

Li gor daxuyaniya wezaretê, çalakiyên wan dîplomatkarên Rûsî li dijî asayîşa Fransayê ye û karê wan ê pêşî jî parastina ewlehiya xelkê Fransayê ye.

Ev biryara Fransayê jî di çarçoveya wê wan rêkaran de ye ku Yekîtiye Ewropayê li hember Rûsyayê girtine ber xwe.

Ji bilî Fransayê, Almanya 40, Belçîka 21, Holanda 17, Îrlanda 4 dîplomatkar û Çekya dîplomatkarekî Rûsî û Lîtwanya jî Balyozê Rûsî ji welatê xwe der kirine, heta niha hejmara dîplomatlarên ku hatine derkirin, gihîşt 119 dîplomatlaran.

Roja 1ê Nîsanê artêşa Ukraynayê bajarê Bucha yê li nêzîkî Kîevê kontrol kirin, piştî vekişîna artêşa Rûsyayê jî, hejmarek vîdeo hatin belavkirin ku tê de avahiyên bajêr wêran bûne û li bajêr 410 termên welatiyên sivîl hatine dîtin.

Piştî vê yekê pêla şermezarkirin û nerazîbûneke tund a navdewletî li hember wan tawanan dest pê kir û gelek welatan komkujiya xelkê Ukraynayê ji aliyê Rûsyayê ve, şermezar kirin.

Back to top button