PolîtîkRojev

Em li gel HDPê li ser maseyekî rûnanin

Seroka IYI Partiyê Meral Akşener di bernameyek televizyonî de behsa Tifaqên hilbijartina kir û got: Em li gel HDPê li ser maseyekî rûnanin, ji xwe HDP jî vê naxwaze.

Akşener li ser rojeva siyasî helwesta partiya xwe diyar kir û dibêje ku, derdême ne ewe kî bibe berbijêrê serokkomariyê, derdê me ewe ku em vê sistema ku îro heyî biguherî.

Herweha li ser pirsekî di derbarê hevkariya HDPê de Akşener got: Min biryar dabû ku ez bersiva van pirsan nedim.Tiştek gelek xerîb heye,Tifaqa Cumhur li gora xwe hewldide partiya me terbiye bike, îdia dike ku em li gel HDPê tevdigerin. Hinek me bi zimanek lewitî tawanbar dikin û dibêjin ku,qey em li dijê Kurdane û bi vê yekê zimanê xwe dilewitînin. Ez gelek bi zelalî dibêjim em li gel HDPê li ser maseyekî rûneniştîne. HDP jî vê dibêje. Eger HDP li ser wî maseyî hebe em rûnanin.Ez vekirî dibêjim eger hinek bêjin em qêra bidin HDPê û IYI Partiyê bêxin rewşek xirab de û ji aliyek din heqaretê li birayên me yên Kurd bikin nabe, ev dilê min diêşîne.

Back to top button