PolîtîkRojev

Em hişmendîya dagirker û nîjadperest a rêzefîlma  ATVyê rûreş dikin!

Di beşeke rêzefîlma bi navê ‘Yalniz Kurt’, ango ‘Gurê Bitenê’a  ATV ya ku li Tirkîyeyê weşanê dike da, qaşo kesekî Tirk di dadgeheke Herêma Kurdistanê da tê darizandin. Di wê dadgehê da jî Ala Kurdistanê û wêneyê Birêz Serok Mesûd Barzanî hatine bikaranîn.

Di wê rêzefîlmê da  bi awayekî eşkere heqareteke mezin  li Dadgeha Kurdistanê û li Rêveberiya Herêma Kurdistanê hatîye kirin. Herweha di wê rêzefîlmê da Kerkûk, Mûsil, Hewlêr û hemû erdnîgariya Herêma Kurdistanê  jî wek beşeke ji Tirkîyeyê tê nîşandan û tê gotin ku heger Amerîka destê xwe ji wan deran bikişînin,  ew dê wan herêman ji wan bistînin û bi ser Tirkiyeyê ve bikin.

Cîgirê Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Salar Osman got ‘’Em ê li ser mijarê lêkolînê bikin û bersivê bidin.”.

Dewleta Tirkîyeyê ya bi desthilatdarîya AK Partîyê, bi taybetî di van 6 salên dawî da, li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê,  sîyaseteke li ser dijayetî û dijminatîya kurdan dimeşîne. Ev heqaret û êrîşa ku di rêzefîlma  ATVyê da hatîye kirin jî nîşana wê yekê ye ku , hinek nîjadperest û şowenên Tirk  dikarin vê  sîyaseta li ser dijminatîya kurdan  bigihêjînin  astên gelek metirsîdar. 

Em wek PAK, PSK, TDK-TEVGER vê helwesta dagirker, nîjadperest û dijmintîya miletê Kurd a ATVyê û berpirsên vê rêzefîlma bi navê ‘Yalniz Kurt’, ango ‘Gurê Bitenê’ ye  rûreş dikin.

Em bangî Baroyên Bakurê Kurdistanê dikin da ku ji bo  ev rêzefîlm bê qedexe kirin û di derbarê wan de doz were vekirin demildest gavên pêwîst bavêjin.

Parlamento, Serokatî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî divê vê rêzefîlmê protesto bikin û ji Dewleta Tirkîyeyê jî daxwaz bikin da ku berpirsên vê rêzefîlmê bêne ceza kirin.

08.06.2022

PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê)
PSK(Partîya Sosyalîst a Kurdistanê)
TDK-TEVGER(Tevgera Demokratîk a Kurdistanê)

Back to top button