Polîtîk

Em hewl didin ku Kurdistan bi parastî bimîne

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku Herêma Kurdistanê ji rewş û pêşhatên li navçeyê dilgiran e û herwiha tekez kir ku ew hemû hewlên xwe didin ji bo ku Kurdistan parastî bimîne û Herêma Kurdistanê nebeşek e ji aloziya navçeyê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê dawîn pêşhatên li Kurdistan, Iraq û navçayê de konferanseke rojnamevaniyê encam da.

Nêçîrvan Barzanî ragihand, “Em naxwazin Iraq bibe qada rikeberiyan û em bi hemû aliyên peywendîdar re di têkiliyê de ne û em hemû alî bi hev re hewl didin ji bo seqamgiriya Herêma Kurdistanê.”

Di dewama gotinên xwe de Serokê Herêma Kurdistanê tekez dike, “Em di wê baweriyê de ne ku di têkoşîna li dijî DAIŞê de, Iraqê pêwîstî bi alîkariya Hevpeymanan heye.”

Derbarê biryara parlamentoya Iraqêç ya derkirina hêzên serbazî yên biyanî de jî Serokê Herêma Kurdistanê dibêje, “Em ji vê yekê dilgiranin ku parlamentoya Iraqê bi awayekî yekalî biryar li ser derkirina hêzên biyanî daye û aliyên Herêma Kurdistanê û pêkhateyên din ên Iraqê ji vê yekê dilgiranin. Pêwîstiya Iraqê di şerê li dijî DAIŞê de bi hêzên Hevpeymanan heye. ”

Nêçîrvan Barzanî dibêje “Me rewş li gel Hevpeymanan gotûbêj kiriye û em dê bi Îranê re jî biaxivin” û tekez jî dike, “Derbarê moşekan de ti agahdarî û hişyariyek negihîştiye me. Herêma Kurdistanê ne beşeke ji nakokî û aloziyên ku niha li navçeyê hene.”

Back to top button