Qayîmeqamê Şingalê Mehma Xelîl daxwaz ji hemû hêzên neyasayî yên li Şingalê dike ku Şingalê derkevin. Herwiha dibêje, eger ew hêz dernekevin jî, ewê hemû riyan bikar bînin bo derxistina wan. Mehma Xelîl Qayîmeqamê Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Xelkê Şingalê daxwaz dikin ku rewşa ewlehî û siyasî li Şingalê aram bibe, ji ber ku ew dibînin hebûna hêzên neyasayî li deverên wan nearamiyê çêdike, lewma jî daxwaz ji wan hêzan dikin ku ji Şingalê derkevin û rêzê li karesata ku kat serê xelkê Şingalê bigirin û bela xwe ji wan vekin.” Hêza herî diyar li Şingalê jî ya PKKê ye, ku hem mûçe û hem jî fermanê ji Bexdayê werdigire. Li gorî zanyariyan gelek caran soza derketina ji Şingalê dane. Mehma Xelîl dibêje, “hebûna wan hêzan ne di berjewendiya xelkê Şingalê de ye. Li ser asta navxwe û Iraq û derve jî em hewl didin ku wan hêzan ji Şingalê derxînin.” Xelîl ragihand: “Emê hemû tedbîran bikar bînin ji bo ku em wan hêzan ji navçeyê derxînin, ew jî bi riya xelkê Şingalê û Hikûmeta Kurdistanê û civaka navdewletî, ji ber ku xelkê me rijd in ku navçeya me ji çek û pirsgirêkên siyasî dûr be.”