Civak

Dr. Seid şehîdê rêbaza serxwebûne ye

Serokê PDK-T M. Emin Kardas ji bo şehîdbûna Dr. Seid Çurukkaya daxûyaniyek ragihand. dr-sileman Daxûyanî: Dr. Silêman (Saît Çurukkaya) fermandarê pêşmerge li Başûrê Kurdistanê di şerê li dijê DAÎŞê de şehîd bû. Ji bo parastina xaka Kurdistanê cane xwe ji dest da.Helwesta û armanca ku Dr. Silêman ji bo şehid bûyê dive bibe nimûneyek ji bo her kurdek welatparêz. Dr. Silêman (Saît Çurukkaya)  Ji Kurdistana Bakur bû. Lê ji bo serxwebûna Kurdistanê û herweha ji bo parastina xaka welat , ji Almanya berê xwe da Kurdistana Başûr.Hêzek taybet ji xwebexşan perwerde kir. Qehremaniya wî û helwesta wî bû minakek di nava hêzên pêşmergeyên Kurdistanê de.Dr. Silêman bi helwesta xwe ya mêranî kariye jiyana bi sedan pêşmerge xilas bike.Dr. Silêman şehîdê rêya serxwbûna Kurdistanê ye.Yad kirina vî qehremanî ewe ku mirov di rêya wî de, xaka welatê xwe biparêze û welat ber bi serxwebûnê ve bibe.Bila sere miletê Kurd saxbe..Bijî PêşmergeBijî Kurdistan M.Emin KardasSerokêPartiya Demokrta Kurdistana Tirkiye(PDK-T)

Back to top button