Bi helkeftina hilbijartina wî weke sekreterê komîteya nawendî ya Partiya Komunîsta Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja çarşemê 02.11.2016ê di peywendiyeke telefonî de, pîrozbahî li Kawe Mehmûd kir û hêvî kir ku ew di kar û xebatên xwe de serkeftî be.Nêçîrvan Barzanî bidawîhatina şeşemîn kongreya Partiya Komunîsta Kurdistanê bi awayekî serkeftê û hilbijartina komîteyeke nawendî ya nû ji partiyê re li Kawe Mehmûd pîroz kir û hêvî xwest ku Partiya Komunîsta Kurdistanê di basta erik û berpirsiyariya rewşa îro ya Herêma Kurdistanê de be. Rola Partiya Komonîsta Kurdistanê di tekoşêna gelê Kurdistanê de bilind nirxand û hêvî xwest ku ew partî rola xwe di bicîkirina wezîfeya xwe ya welatparêzî û neteweyê de bilîze.Kawe Mehmûd sipasiya Nêçîrvan Barzanî kir ji bo wê pîrozbahiyê û tekîd kir ku, Partiya Komunîsta Kurdistanê, weke hertim, dê di erka xwe ya neteweyî de digel aliyên din yên Herêma Kurdistanê ji bo xizmeta hevwelatiyan û xelkê Kurdistanê berdewam dibe.
Pêş
12/10/2024
Dîlok:Hevjîna xwe 4 zarokên xwe kuştin
12/10/2024
Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Kongressmanek Amerîkî kir
Têkildar
Balkêş e ?
Close