CivakPolîtîk

PYD xwendevana dike leşker

PYD Şagirtan Dike Leşker Û Mamosteyan Neçarî Beşdariya Di Çalakiyên Xwe De Dike

 Li gora Rojavanews dide xûyakirin, xelkên bajar û gundewarên Kobanê, tekez dikin ku kiryarên PYDê yên revandina zarokan û leşkerkirina wan berdewam in, bê ku ti giringiyê bidin xwendin û zanînê.Çalkvan Ferhan Mihemed, ji mere ragihand ku çekdarên PYDê gelek zarokên ku temenê wan kêmî 13 salan e revandine, û mejiyê wan ji nêrînên xwe yên leşkerî edyolojya ji temenê wan mezintir dadigrin, ji lewra ta niha bi dehên zarokan jiyana xwe ji dest dane.ji aliyê xwe ve Mehmûd Elî, mamosteyê dibistanê ye, ji mere diyar kir ku rêveberiya PYDê  mamosteyên dibistanan neçar dike ku beşdarî  çalakiyên wan bibin û got:” PYD bi şêweyê Be’is kar dike”Eli bang da rêveberiya PYD û ji wan xwest ku dest ji revandina zarokan berdin, û siyasetê dûrî karûbarên dibistanan bikin.

Back to top button