PolîtîkRojev

Em girtigeha Diyarbekirê digrin û dikin nawendekî çandî

Wezirê Dadê yê Tirkiye Abdulhamit Gul, ji bo civînekî li Diyarbekirê bû. Gul  da xûyakirin ku: Bila insan baş bijîn da ku dewlet jî bijî. Ev bû şiara me ya sereke.Eger edalet hebê dê insan jî bijîn. Gul got ku, Girtigeha Diyarbekirê di dema 12 îlonê de bi îdiayên ku îşkenceyên mezin li insana kirine dikeve roje vê de. Ji bo vê yeke emê vê girtigehê bigrin û bikin muzexane.

Zindana Diyarbekir a hêjmar 5

Gul di axavtina xwe de got: Girtigeha Diyarbekirê bibû wek sembola 12ê Îlonê . Di 12ê Îlonê de bûyerên dijê nirxên mirovatiyê li vê dere rûdane.Em vê girtigehê digirin û demek kurt de vale dikin û dikin muzexane.

Wezîrê dadê dibêje: Bila cardin qonaxên wek 12ê Îlonê nebin. Bila cardin demen weseyeta nebin.Em bi vê yeke dikarin serkeftinekî radestî demokrasiya xwe bikin.Emê vî cihê ku bûyî wek sembolekî, bikin muzexane û nawendekî çandî.

Back to top button