CivakRojev

Li Kurdistanê 502 kesên din bi Koronayê ketin

Wezareta Tendirustiyê da xûyakirin ku; di 24 demjimêrên borî de  502 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 180 kes li Hewlêrê, 61 kes li Silêmaniyê, 204 kes li Duhokê, 6 kes li Helebceyê, 22 kes li Germiyanê û 19 kes li Raperînê ne.

Herwiha 24 demjimêran de 19 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 4 kes li Hewlêrê, 5 kes li Duhokê, 2 kes li Helebceyê, 3 kes li Germiyanê û 5 kes li Raperînê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 744 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 260 kes li Hewlêrê, 105 kes li Silêmaniyê, 295 kes li Duhokê, 18 kes li Helebceyê, 21 kes li Germiyanê û 45 kes li Raperînê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 368376

Mirin: 6639

Başbûn: 353534

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.

Back to top button