Civak

Em êrişa li ser Rûdaw TV bi tundi şermezar dikin !

  Wek tê zanîn roja 25.06.2016  kanala ragihandina kurdî Rudaw TV bu hedefa kiryarekî teroristî. Ev hêrişa hanê, êrişeke ser medya ya azad, pirrdengi û raman a azad e, ku îro li Kurdistanê cihê xwe girtiye. Bi kiryarên teroristî dengê raman û boçunên azad nayê birîn. Pirrdengi û hêviya demokrasiya hevçerx a gelê me, nayête birîn. Baştirîn bersîva van hewldanên hovane û terorî, xwedîderketina nirxên civata modern, demokrasî, pirrdengî û medyaya azad a Kurdistanê ye. Em ev êrişa hanê bi tundî şermizar dikin. Di heman demê de daxwaza silametiyê ji karmendên Rudaw  re dikin.26 Heziran 2016 Rojhat AmedîBerdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê – Tirkiye

Back to top button